Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Mehmûd Berazî straneke nû ya bi navê "Bi Xatirê Te" û klîpa wê belav kir.
Ev berhem li ser hesabê Youtubeyê yê Hunergeha Welat hat weşandin.
Yek ji taybetmendiyên vê klîpê ew e ku destpêka wê 2 şervan li ser motorsîkletekê xuya dibin û yek ji wan diaxive.
Şervanê ku diaxive û dibêje “Em deyndarê Kurd û Kurdistanê ne” Mihemed Salih (Ceger Reş) e.
Ew her du şervan sala 2019an li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şehîd ketine.
Peyama dawiyê: Em deyndarê şehîdên xwe ne
Di dawiya klîpê de peyameke nivîskî ya watedar cih digire ku wekî rêzgirtinekê ji bo şehîdan hatiye amadekirin.
Di wê peyamê de hatiye nivîsandin:
"Bedena vî welatî bi laşine bedew hatiye xemilandin. Gulek dipişkive û darek şîn dibe û bi hezaran giyan li asîman siya azadîyê diparêzin; bêhna welatekî ji wan tê. Em deyndarê şehîdên xwe ne."
Kedkarên berhemê
Gotinên stranê ji aliyê Şêro Hindê ve hatine nivîsandin û awaza wê jî ya Mehmûd Berazî ye.
Di amadekirina berhemê de gelek hunermend û kedkarên hunerî cih girtine.
Roder Dimilî karê dîmen (D.O.P), montaj û rengan kiriye.
Şêrwan Mele karê produkisyon û kastê bi rê ve biriye.
Di warê muzîkê de Kawa Xalid (Mix), Îvan Hindê (Şalûmo), Danyar Taj (Ukulele) û Hozan Wezîr (Bass Gîtar) ked daye.
Lîstikvan û dans
Di klîpê de dayîkên şehîdan Nofa Elî (Dayîka Şehîd Hemo) û Saliha (Dayîka Şehîd Roken) wekî lîstikvan beşdar bûne.
Her wiha Kawa Xalid û Ehmed Ebdulwehab jî di klîpê de lîstiye.
Înana Gênco, Sîdar Badir, Roken Umer û Ebdulrehman Omerî bi hunera xwe ya dansê reng daye berhemê.
Cil û bergên lîstikvanan ji aliyê Rozelîn Îbrahîm û Yezen Tu’ma ve hatine amadekirin.
Hunermend Mehmûd Berazî ji bo piştgiriya wan spasiya Mesûd Kamîran, Îdrîs Mihemed, Xalid Xelef û Navenda Mihemed Şêxo kir.
Gotinên stranê:
Hevalê min xweşmêr e
Mîrê Binxetê ye
Hevalê min xweşmêr e
Mîrê Binxetê ye
Ser kêla tirbê binivîse
Deyndarê tolê ye
Ser kêla tirbê binivîse
Deyndarê tolê ye
Bi xatirê te
Lo lo bi xatirê te
Kurko bi xatirê te
Tu şehîdê Waşûkaniyê ye
Bi xatirê te
Lo lo bi xatirê te
Kurko bi xatirê te
Tu şehîdê Waşûkaniyê ye
Hevala min Zîn e
Guliyê wê bi morî ne
Hevala min Zîn e
Guliyê wê bi morî ne
Gulzera ber zinaran e
Wek xunava bi tîn e
Gulzera ber zinaran e
Wek xunava bi tîn e
Bi xatirê te
Lê lê bi xatirê te
Keçkê bi xatirê te
Tu Laleya hemî evîn e
Bi xatirê te
Lê lê bi xatirê te
Keçkê bi xatirê te
Tu Laleya hemî evîn e
Hevalê min zêr e
Xweşikê deştê ye
Hevalê min zêr e
Xweşikê deştê ye
Li ber gora wî dîlan bikin
Şivanê cengê ye
Li ber gora wî dîlan bikin
Şivanê cengê ye
Bi xatirê te
Lo lo bi xatirê te
Lawko bi xatirê te
Nobedarê xewna rojê ye
Bi xatirê te
Lo lo bi xatirê te
Lawko bi xatirê te
Nobedarê xewna rojê ye