Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ku her ku diçe bêhtir dibe û bilindbûna bihayê petrolê, bandoreke neyînî li bazara zêr kir.
Di du rojên dawî de onsa zêr pirtirî ji sedî 3yan bê qîmet bû.
Piştî êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê, li bazarên cîhanî nediyariya aborî zêde bû.
Bihayê zêrê ku wekî "stargeha ewle" tê dîtin daketina xwe didome.
Bihayê onsa zêr daket
Zêr îro ji bo her onsê daket binê 4 hezar û 175 dolaran û bi qasî ji sedî 2yan bêqîmet bû. Zêr di roja kar a berê de jî ji sedî 1,6 daketibû.
Êrişa Amerîkayê alozî kûr kir
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku helîkoptereke wan a leşkerî li deryaya Umanê ji aliyê Îranê ve hatiye xistin, hêzên Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê êrişî hinek hedefên Îranê kir.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (Mehr) ragihand ku li Girava Keşmê û li peravên başûrê welêt gelek dengên teqînan hatine bihîstin.
Van bipêşketinên dawî piştî ku li herêmê pêvajoya agirbestê ya lawaz dixe bin metirsiyê, metirsiyên li Tengava Hurmizê ya ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e jî zêdetir kirin.
Îranê peyama bersivdayînê da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û anî zimên ku welatê wî dê "ti êriş yan jî gefan bê bersiv nehêle."
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê (IRIB News) Îranê pişt re bi dronan êrişî Fîloya Pêncem a Amerîkayê ya li Behreynê kiriye.
Petrol biha bû, zêr ket bin zextê
Ji ber bandora aloziyê, bihayê petrolê careke din berê xwe da jor.
Bihayê bermîla petrola brent di nava rojê de bi rêjeya ji sedî 2 zêde bû û derket ser 93 dolaran.
Tirsa ji ber zêdebûna lêçûnên enerjiyê sedema enflasyona cîhanî, ew pêşbînî xurttir kir ku bankên navendî dê rêjeya faîzê di asteke bilind de bihêlin.
Zêrê ku ji bo wî pêşbîniya faîzê nîne, ji ber van pêşbîniyan ket bin zextê.
Piştî ku Amerîkayê ragihand ku operasyona wan a "tolhildanê" bi dawî bûye, bihayê petrolê piçekî daket.
Zîv jî îro ji sedî 2,3 bê qîmet bû û daket 63,86 dolaran.
