Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber egera vegera hinartina petrola Îranê û vebûna Tengava Hurmizê, daketina bihayê petrolê li bazarên cîhanî didome.
Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur nêzîkî dolarekî din daket.
Niha bermîleke petrola brent bi 78 dolar û 73 sentan tê kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî zêdetirî dolarekî din daket.
Bermîleke petrola Teksasê jî bi 75 dolar û 67 sentan tê kirîn û firotin.
Roja sêşemê bihayê petrola brent û ya Teksasê bi rêjeya ji sedî 5 daket.
Sedema vê yekê ew geşbîniya ye ku piştî peymana navbera Îran û Amerîkayê çêbûye.
Her wiha egera vebûna Tengava Hurmizê û vegera petrola Îranê ya nav bazarê jî bandoreke mezin li vê daketinê kir.
Bihayê petrolê niha di asta herî kêm a xwe ya 3 mehên borî de ye.
Hûrgiliyên peymanê hîn nezelal in
Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya Nissan Securitiesê Hiroyuki Kikukawa li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
"Ji ber peymanê û geşbîniya bazirganan bihayên petrolê daketine. Lê hûrgiliyên peymanê hîn nezelal in û îhtimal heye ku daketina bihayê petrolê nedome."
Li gorî wî şirovekarî, dê bihayê petrolê ne aram be.
Tê pêşbînîkirin ku bihayê petrolê bi qasî 10 dolaran bi ser asta niha bikeve an jî ji asta niha dakeve.
