Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr li bazarên cîhanê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1ê bilind bû.
Daketina bihayê petrolê ya ji ber peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de, metirsiyên enflasyonê kêm kirine û vê yekê jî xwesteka li ser zêr zêde kiriye.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 1,4an bilind bû û ons gihîşt 4 hezar û 316 dolaran.
Bandora nûçeyên Rojhilata Navîn
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa OANDAyê Kelvin Wong ragihand: "Bihayê zêr piştgirî ji nûçeyên erênî yên Rojhilata Navîn wergirtiye ku bûne sedema daketina bihayê petrolê."
Amerîka û Îranê doh peymana xwe ya demkî belav kir.
Peymana ku ji 14 xalan pêk tê, agirbesta meha Nîsanê 60 rojên din dirêj dike da ku derfet ji bo dan û standinên dawî çêbibe.
Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger Tehran pêbend nebe, dê êriş û bombebaran ji nû ve dest pê bikin.
Pêşbîniyên li ser bihayê zêr
Kelvin Wong pêşbînî dike ku bihayê zêr nikaribe di astên bilind de bimîne.
Wong diyar kir ku bazirgan li bendê ne Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) dest bi bilindkirina rêjeya faîza bankê bike.
Banka Navendî ya Amerîkayê doh biryar da ku rêjeya faîzê di asta ji sedî 3,50-3,75an de bihêle.
Lê piraniya berpirsên bankê di wê baweriyê de ne ku divê îsal faîza bankê were bilindkirin.
Li gorî rapirsiyan, niha îhtimala bilindkirina faîza bankê ya di meha Kanûna Pêşîn derketiye ji sedî 85an, lê ev îhtimal berê tenê ji sedî 61 bû.
