Akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn got, “Ti carî bi awayekî cidî li ser hedef û armancên Kurdan li Şamê kar nehatiye kirin.”
Akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û pêwendiyên di navbera Kurdan û Şamê de ji Rûdawê re axivî.
Ferîd Sedûn eşkere kir ku di lîsteyên hilbijartinê yên desthilata Sûriyeyê de cih dane hinek navên Kurdan jî.
Ferîd Sedûn li ser lîsteya navên ku ji bo Parlamentoya Sûriyeyê hatine amadekirin got:
“Ev lîsteya ku tê behskirin her roj tê guhertin. Heta niha kes nizane dê bi çi rengî be.
Navên hinek kesan tên belavkirin lê heta niha ji aliyê Şamê ve li ser van navan lihevkirinek nehatiye kirin.
Li gorî agahiyên ku em gihîştinê, 3 Kurd di nav lîsteya 70 kesî de hene.”
Ferîd Sedûn her wiha da zanîn ku ji parêzgeha Hisîçayê 5 kes dê werin destnîşankirin.
Li gorî agahiyên wî ji wan 5 kesan 3 kes Kurd in lê ev lîste her roj tê guhertin û hîn ne zelal e.
Ferîd Sedûn li ser mijara dan û standinên fermî yên li Şamê diyar kir ku tevgerên siyasî yên Kurdan li Şamê qels in û wiha pê de çû:
“Tevgera siyasî ya Kurdan heta niha nekariye li Şamê komîteyeke hevbeş an jî tîmeke pîşedar ava bike ku karên dîplomatîk bimeşîne.
Her wiha ti carî bi awayekî cidî li ser hedef û armancên Kurdan li Şamê kar nehatiye kirin.”
Ferîd Sedûn destnîşan kir ku niha Şamê ji her demê bêhtir pêwîstiya wî bi lihevkirinê heye lê Kurd vê derfetê baş bi kar nayînin.
Bi gotina Sedûn Şam niha di qonaxeke qels de ye û dixwaze bi hemû aliyan re rûnê lê Kurdan heta niha ji bo vê yekê amadekariya xwe nekiriye.
Sedûn rexne li aliyên Kurdan girt û got, “ENKS, PYD û MSD her yek bi serê xwe dan û standinan bi Şamê re dikin.
Heta niha ofîseke wan a hevbeş li Şamê tune ku karibe pêwendiyê bi balyozxane û konsulxaneyan re deyne.
Divê Kurd li Şamê bi hêztir bixebitin û nûnertiyeke wan a xurt hebe.”
Ferîd Sedûn behsa Konferansa 26ê Nîsanê ya li Qamişloyê kir ku hinek aliyên Kurdî tê de beşdar bibûn.
Naveroka hevpeyvîna Dilbixwîn Dara ya bi Ferîd Sadûn re bi vî awayî ye:
Rûdaw: Pêşniyarek hatiye kirin ku di nav lîsteya Şamê de 3 Kurd hebin. Tu li ser vê mijarê çi dizanî?
Dr. Ferîd Sedûn: Bi rastî ev lîste her roj tê guhertin. Heta niha kes nizane dê bi çi rengî be.
Hinek nav tên belavkirin an jî wekî agahî derdikevin ku ev nav di vê lîsteyê de hatine nivîsandin û beşdar in. Lê heta niha li Şamê jî li ser van navan lihevkirin çênebûye. Ez dikarim bibêjim heta niha lihevkirineke fermî nîne. Tê gotin ku 3 Kurd di nav vê lîsteyê de hene lê heta roja hilbijartinê jî dibe ku ev nav werin guhertin.
Rûdaw: Li gorî texmîna te yan jî agahiyên ku tu dibihîsî, dê çend Kurd di nav lîsteya Şamê de hebin?
Dr. Ferîd Sedûn: Li gorî ez dizanim 3 kes in.
Rûdaw: Ew kî ne?
Dr. Ferîd Sedûn: Ez nikarim navan bibêjim lê her du jî bijîşk in. Her duyan jî agahiyên xwe pêşkêş kirine lê hîn nehatine qebûlkirin. Yek ji wan ji Şamê ye, yê din ji Qamişloyê ye. Parêzgeha Hesekê bi giştî 5 kes jê tên destnîşankirin. Ji wan 5 kesan 3 kes Kurd in lê wekî min got ev lîste her roj tê guhertin.
Rûdaw: Dr. em dibînin ku gelek kesên Kurd wekî akademîsyen û siyasetmedar li Şamê ne. Gelo di asteke bilind de dan û standinên fermî ligel Şamê çêdibin?
Dr. Ferîd Sedûn: Ez dikarim ji te re bibêjim tevgera siyasî ya Kurdan li Şamê qels e. Heta niha nekariye li Şamê komîteyeke hevbeş an jî tîmeke pîşedar ava bike ku karên dîplomatîk û siyasî bimeşînin. Divê Kurd karibin bigihîjin armancên xwe.
Heta roja îro Kurdan nekariye komîteyeke fariq an jî tîmek ji bo vê karî ava bike. Li Şamê divê bi şêweyekî cidî li ser vê mijarê bixebitin. Niha Şam di qonaxeke wisa de ye ku lihevkirinê dixwaze. Şam niha dixwaze guh bide daxwazên siyasî, akademîsyen, komîte û dezgehan. Lê Kurd vê derfeta li Şamê bi kar nayînin. Heta niha her partiyek an jî her aliyek bi serê xwe dan û standinan dike.
Rûdaw: Te behsa dan û standinan kir, gelo ENKS, MSD an jî partiyên din li Şamê dan û standinan dikin?
Dr. Ferîd Sedûn: Belê, ev tiştekî eşkere ye. Partiyên Rêveberiya Xweser, MSD û partiyên din bi tena serê xwe diçin Şamê û dan û standinan ligel Şamê dikin. Jixwe ji bilî şandeya yekbûyî ya Kurdan, di hundirê van aliyan de endamên partiyan bi xwe jî bi tena serê xwe diçin û bi rayedaran re rûdinên.
Lê ev tabloya ku em dibînin nîşan dide ku her aliyek li gorî nêrîna xwe tevdigere. Divê Kurd xwe xurt bikin û wekî hêzeke yekbûyî li ser maseyê rûnên. Divê tenê ligel Şamê nebe, divê ligel balyozxane, konsulxane û nûnerên welatên herêmî û navneteweyî yên li Şamê jî bicivin. Ofîsa PYD, MSD û Rêveberiya Xweser li Şamê heye lê heta niha wekî ku tê xwestin ne çalak in.
Rûdaw: 26ê Nîsanê li Qamişloyê konferansek bi navê "Konferansa Şandeya Hevbeş a Kurdan" hatibû lidarxistin. Di dîmenan de xuya dikir ku hinek aliyên Kurdî beşdar in. Gelo li Şamê behs dikin ku şandeyek were wir?
Dr. Ferîd Sedûn: Piştî lidarxistina wê konferansê min ligel Rûdaw li ser vî karî gotûbêj kiribû. Ew konferansa ku hat lidarxistin bêhtir ji bo propagandaya siyasî bû. Wekî ahengekê û ji bo dilşadiya milet bû.
Lê di rastiyê de cidiyeteke siyasî tê de tune bû. Piştî ku encamên wê derketin, me dît ku ev gav bêencam maye. Heta niha jî kes behsa wê konferansê nake. Heta niha dan û standinên ku bi Şamê re çêdibûn MSD û PYD bi tena serê xwe dikirin.
Her wiha kesên rûspî û serokên eşîran jî li ser xeta Şamê ne û rojane ligel hev rûdinên. Lê ev hemû bi awayekî perçe perçe ne û nabe sedema lihevkirineke giştî.