Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonan a Parêzgeha Hurmizganê ya Îranê ragihand ku di êrişa Amerîkayê de du depoyên stratejîk ên avê bi temamî wêran bûne.
Ev her du depoyên avê li nahiyeya Bemaniyê ya navçeya Sîrîkê ya Parêzgeha Hurmizganê bûn.
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonan a Parêzgeha Hurmizganê Ebdulhemîd Hemzepûr daxuyaniyek da.
Ebdulhemîd Hemzepûr diyar kir ku Amerîkayê êrişî binesaziyên dabeşkirina avê yên li navçeya Sîrîkê kiriye.
Li gorî agahiyên ku Hemzepûr dane, di encama vê êrişê de du depoyên stratejîk ên avê yên li nahiyeya Bemaniyê bi temamî wêran bûne.
Dabeşkirina avê rawestiya
Li gorî gotina Hemzepûr, qebareya yek ji depoyan 500 metre sêcar û ya din jî 2 hezar metre sêcar bûye.
Van depoyan di dabînkirina ava vexwarinê ya Bemaniyê û bajarê Kuhestekê de roleke sereke dilîst.
Wî berpirsê Parêzgeha Hurmuzganê amaje bi wê yekê jî kir ku "Proseya dabeşkirina avê li tevahiya gundên Bemaniyê û bajarê Kuhestekê rawestiyaye."
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Av û Kanalîzasyonê ya Parêzgeha Hurmuzganê da zanîn ku tîmên birêvebirina krîzan dixebitin.
Ev tîm hewl didin da ku ji bo dabînkirina avê ya ji bo şêniyên navçeyê rêyeke alternatîv peyda bikin.
Amerîka tola xwe hiltîne
Şeva pêştir li asmanê Tengava Hurmizê helîkoptereke Apaçiyê ya artêşa Amerîkayê hatibû xistin.
Wekî tolhildana xistina vê helîkopterê, hêzên Amerîkayê şeva borî û îro berê sibehê êrişî Îranê kir.