Hewlêr (Rûdaw) - Şiyana kirînê ya xelkê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe kêmtir dibe.
Civaknas û mamosteyê Zanîngeha Tehranê Dr. Fazil Elyasî diyar kir ku ji ber rewşa xirab a aborî, pêkanîna jiyana hevbeş û anîna zarokan kêm bûye û pêşbîniya pêleke koçberiyê tê kirin.
Daketina nirxê tumenê ya li hemberî dolar, destpêka pirsgirêkên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye lê belê dema ku tumen qîmetê xwe winda dike, ji bilî daketina hêza kirînê, bandoreke neyînî li derûniya xelkê jî dike.
Dr. Fazil Elyasî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li her welatekî ku şer, enflasyon, bihabûn û bêkarî hebe, di warê derûnî de bandoreke gelekî neyînî li civakê dike.
Elyasî bal kişand ser zextên aborî û got: ''Bi dehan sal in bêkarî, enflasyon û hejarî derûniya xelkê Îranê hildiweşînin.''
Elyasî diyar kir ku rewşa derûnî ya xelkê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihîştiye asteke wisa xirab ku nêzîkî ''trawmaya bikom'' bûne.
Hevberdan û tundî zêde bûne
Li gorî Navenda Amaran a Îranê, bilindbûna enflasyon û bihabûn, pêwendiya wan a rasterast bi zêdebûna diyardeyên hejarî, hevberdan û sûcan re heye.
Navendê li ser hevberdana hevjînan amarên metirsîdar belav kirin.
Sala 2019an li beramberî her 100 zewacî, 27 hevberdan (ji sedî 27) li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hebûn lê sala 2022yan ev rêje gihîşt ji sedî 34an.
Her li gorî Navenda Amaran a Îranê, li gel bilindbûna enflasyonê û giranbûna cezayên aborî yên li ser Îranê, sala 2025an ji sedî 39ê jiyanên hevbeş hatine hilweşandin.
Ev di demekê de ye ku li Tehranê ev rêje ji navîniya Îranê zêdetir e û herî kêm ji her 100 pêkanîna jiyana hevbeş, 53 ji wan digihêjin hevberdanê.
Ji bilî hevberdanê, zêdebûna tundiyê jî pêwendiya wê ya rasterast bi enflasyonê re heye.
Dr. Fazil Elyasî got, ji ber zêdebûna zexta derûnî ya li ser xelkê, salane zêdetirî milyonek kesî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer, tundî û pevçûnan birîndar dibin.
Bi gotina wî mamosteyê zanîngehê, niha civaka Îranê guheriye û bûye civakeke hêrs û şerxwaz.
Zêdetirî 20 milyon kes kirêdar in
Bilindbûna enflasyonê sedemeke sereke ye ji bo zêdekirina kirêya xaniyan.
Fazil Elyasî dibêje, zêdetirî 20 milyon kesî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirêdar in û anî ziman:
''Di şer de kirê zêdetirî ji sedî 100î bilind bû, ji ber wê gavek hatiye destpêkirin û ji xwediyên malan tê xwestin ku rewşa darayî ya kirêdaran li ber çavan bigirin.''
Li gorî amarên dawî yên Birêvebiriya Rewşa Kesî ya Îranê, sala 2024an nêzîkî 980 hezar jidayîkbûn hatine tomarkirin lê ew hejmar sala 2025an daketiye nêzîkî 892 hezar û 300î.
Elyasî da zanîn ku bilindbûna enflasyonê û zêdebûna bihayên kel û pelan bandor li anîna zarokan jî kiriye:
''Rêjeya nifûsa Îranê ber bi kêmbûnê ve diçe ango xelk ne amade ye ji ber rewşa aborî bibe xwedî zarok û zewac jî gelekî kêm bûye.''
Li Îranê pêşbîniya pêleke koçberiyê tê kirin
Piştî ragihandina agirbesta 8ê Nîsanê ya di navbera Tehran û Washingtonê de, bazara kar a Îranê rûbirûyî yek ji tundtirîn pêlên kêmkirina hêza kar û bilindbûna rêjeya bêkariyê bû.
Wêranbûna binesaziya pîşesaziyê, qutbûna demdirêj a înternetê û daketina berbiçav a daxwazê, gelek saziyên aborî neçar kir ku hêza xwe ya kar kêm bikin yan jî beşek ji çalakiyên xwe rawestînin.
Serê meha borî Wezîrê Kar ê Îranê Ehmed Meyderî ragihand, tenê di çend hefteyan de zêdetirî 150 hezar kesî ji bo wergirtina sîgortaya bêkariyê navê xwe tomar kiriye.
Di heman demê de Sekreterê Giştî yê Mala Karkeran a Îranê Elîreza Mehcbûb, behsa jidestçûna zêdetirî 700 hezar derfetên kar kir ku ji ber şer çêbûye.
Mehcbûb got 130 hezar kes ji ber êrişan rasterast bêkar mane û nêzîkî 600 hezar derfetên kar jî bi awayekî nerasterast ji dest çûne.
Wekî ku Dr. Fazil Elyasî dibêje, ji bilî ku ciwan ji ber bihabûn û xirabbûna rewşa darayî hizra zewacê nakin, ''bi her awayî'' hewl didin xwe ji rewşa xirab a aborî û derûnî rizgar bikin û da zanîn:
''Tê pêşbînîkirin ku di çend mehên bê de pêleke din a koçberiyê dest pê bike û ciwan ji bo dîtina kar Îranê biterikînin; ew pêl tê çaverêkirin.''
Elyasî da zanîn ku berfirehbûna bêkariyê, ji bilî bilindbûna enflasyonê, bargiranî û zexteke derûnî ya zêde xistiye ser xelkê û got:
''Ciwan bêhêvî bûne. Dibêjin divê 300 salî bixebitin ku karibin bibin xwedî maleke 100 metreyî.
Eger tu behsa zewacê jî ji bo wan bikî, gelekî zehmet e ji ber van astengiyan qenaetê bînin ku dest bi wê jiyanê bikin.''
Dr. Fazil Elyasî behsa biçûkbûna sifreya xelkê dike û dibêje:
''Şiyana xelkê ya ji bo kirîna tiştên herî seretayî gelekî kêm bûye.
Bi ser de goşt jî li ser sifreya xelkê nemaye.''
Di dirêjahiya bi dehan salên borî de Îranê tecrubeya bilindbûna enflasyonê hebûye lê Elyasî destnîşan kir:
''Rewşa niha ji ya berê gelekî cuda ye. Çimkî di mehekê de bihayê her tiştî 3-4 qatan zêde bûye, ev jî di dîroka wî welatî de gelekî kêm bûye û bûye sedema çêbûna tirsê û zexteke zêde ya derûnî ya li ser xelkê.''
Divê em li benda nifşekî kêmxwende bin
Beşek ji bandorên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê, gihîşt dibistan û zanîngehan jî.
Dema ku rewşa şer hat ragihandin, xwendin bû online.
Fazil Elyasî ev yek jî anî ziman:
''Niha wateya xwendin û dersdayîna li dibistan û zanîngehan wekî xwe nemaye.
Eger rewş bi vî awayî bidome, divê em di paşerojê de li benda nifşekî kêmxwende bin.''
Elyasî zêdetir zelal kir, ji dema ku xwendin bûye onlîne ve ne xwendekar wekî xwe dersên xwe dixwîne û ne jî mamoste dersê dide û got:
''Ev jî hemû bandorên şer, bihabûn, rewşa xirab a aborî ya [xwendekar û mamosteyan] û hejarî ye.''
'Dijmin sedema krîzan e'
Car caran rewşa xirab a aborî, bêkarî û bilindbûna enflasyonê dibin teşwîqker ku beşek ji xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin lê belê berpirsên Îranê, Amerîka û Îsraîlê wekî sedema sereke ya çêbûna krîzan dibînin û wan bi ''destwerdana têkderane'' ya di kar û barên Îranê de tohmetbar dikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh di civîneke hevbeş a li gel wezaretên parastin û enerjiyê de ragihand:
''Dijmin bi çêkirina pirsgirêkan di dabînkirina çavkaniyên av, gaz û elektrîkê de, li dû çêkirina nerazîbûna giştî ya li Îranê ye.''
Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku Îran di şerekî giran ê aborî de ye li gel Amerîka û Îsraîlê ku ji şerê leşkerî gelekî ''aloztir'' e.
Bi liberçavgirtina wî ''şerê aborî'' yê ku Pizîşkiyan qalê dike, eger em çavekî li nirxê tumenê yê li beramberî dolar bigerînin, destpêka sala 2025an her 100 dolar li beramber 7 milyon tumenî bû lê îro şemiyê bihayê her 100 dolarî gihîştiye 17 milyon û 300 hezar tumenî.
Ev jî tê wê wateyê ku tumenê Îranî ji sedî 59,6ê qîmetê xwe winda kiriye.
