Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku di rewşa nîşandana niyeta xerab, binpêkirina peymanê yan jî daxwazên zêde de ew dê bersiveke kujende û rûxîner bidin "dijmin".
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ku di mijara dan û standinan de navê herî naskirî yê aliyê Îranê ye, vê sibehê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.
Qalîbaf destnîşan kir ku erkê wan şopandina bicihanîna merc û bendên peymanê ye û anî ziman:
"Em di bin fermana we de ne (mebesta wî Mucteba Xamineyî ye).
Ew erkê ku ji aliyê Rêberê Bilind ve ji bo me hatiye diyarkirin, şopandina bicihanîna merc û bendên peymanê ye.
Di rewşa nîşandana niyeta xerab, binpêkirina peymanê û daxwazên zêde yên aliyê beramber de, em ji bo dayîna bersiveke kujende û rûxîner a li dijî dijmin dudil nabin."
Qalîbaf li ser Amerîkayê jî got:
"Carekê di dema şer de sîle li wan hatiye xistin.
Eger dixwazin ducare di wê rêyê re herin, ew dê sîleyeke bihêztir û giran bixwin."
Civînên li Swîsreyê hatin bipaşxistin
Hikûmeta Swîsreyê bi awayekî fermî ragihand ku dan û standinên ji bo bicihanîna peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatine bipaşxistin.
Ev biryar çend demjimêran piştî betalkirina serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ya Swîsreyê hat dayîn.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê di peyamekê de ku AFPyê belav kiriye, li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir:
"Ew dan û standinên plankirî yên ku biryar bû di navbera Amerîka, Îran, Qeter û Pakistanê de bi rê ve biçin, hatine bipaşxistin."
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê dema nû ya destpêkirina gotûbêjan eşkere nekir û da zanîn ku Swîsre ji bo hêsankirina van dan û standinan her tim amade ye û amadehiyên li navçeya Burgenstockê didomin.
Koşka Spî: Vance îro naçe Swîsreyê
Koşka Spî da zanîn ku serdana şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ji ber aloziya rêkarên lojîstîkî yên taybet bi pêvajoya gotûbêjan hatiye bipaşxistin.
Şande dê ji bo destpêkirina dan û standinên teknîk ên bi Îranê re biçûya Swîsreyê.
.webp&w=3840&q=75)