Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê bavekî û kurê wî yê birîndar li malekê hatin dîtin.
Li li ser Cadeya Uçarê ya Siwêregê piştî ku dengê çekan ji apartmanekê hat, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola pêşî de diyar kir ku E.S. (kur) miriye.
Bavê E.S. yê bi navê M.Ş.S. jî bi giranî birîndar bû û tîma ew bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwêregê.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kir û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir da ku zanibin bûyerê çawa rû daye.
