Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dutaxê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek li barhilgireke rawestiyayî qelibî. Di vê qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro li ser rêya sereke ya Agirî û Dutaxê çêbû.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi ajokariya O.O. ji kontrolê derket û li barhilgira ku li kêleka rê rawestiyabû qelibî.
Di bûyerê de pitika 3 salî ya bi navê Y.O. li cihê qezayê mir.
Ajokar O.O. û welatiyên bi navê T.B.O. (36 salî) û M.D.O. (10 salî) bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Lê T.B.O.ya 36 salî li nexweşxaneyê mir.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê dest bi lêpirsînê kir.
