Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê dengê bilindgoyên hinek mizgeftan tê sererastkirin.
Birêvebiriya Giştî ya Ewqafê ya Parêzgeha Dihokê li ser biryara sererastkirina dengê bilindgoyên mizgeftan daxuyaniyek da.
Birêvebiriyê ragihand ku armanca biryarê ne kêmkirina dengê bangê ye, armanc sererastkirina asta dengê bilindgoyên.
Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku gilî û gazincên nimêjker û şêniyên derdora hinek mizgeftan gihîştin wan.
“Em dixwazin bedewiyeke din bidin mizgeftan”
Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Ewqafa Dihokê Ebdulrezaq Kovlî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
Ebdulrezaq Kovlî got, "Bang yek ji dirûşmên pîroz ên ola Îslamê ye. Me xwest em wê baştir bi rêxistin bikin da ku bedewiyeke din bide mizgeftan."
Li gorî gotina Kovlî, pirsgirêk ne di banga yekgirtî bi xwe de ye lê di mekanîzmaya gihîştina deng de ye û got:
"Li hinek mizgeftan dengê bilindgoyan gelekî hatiye bilindkirin. Nimêjkerên ku di nav mizgeftan de ne jî giliyên xwe gihandine me û wan gotiye guhên wan diêşin."
“Deng têkel dibin”
Alîkarê Birêvebirê Ewqafa Dihokê bal kişand ser nêzîkbûna mizgeftên li navenda bajarê Dihokê û wiha pê de çû:
"Wekî mînak, li taxa Razî ya navenda bajarê Dihokê Mizgefta Qazî Mihemed û Mizgefta Ronahî hene.
Dûrahiya di navbera wan de tenê 245 metre ye. Ev yek dibe sedema têkelbûna dengan û nimêjkeran aciz dike."
Ebdulrezaq Kovlî her wiha da zanîn ku ji bo şopandina mijarê komîteyeke taybet hatiye avakirin û got:
“Ew mizgeftên ku dengê wan guncav e dê wekî xwe bimînin.
Lê yên ku dengê wan gelekî bilind an jî nizm e dê bên sererastkirin da ku hevsengiyek çêbibe.”
Li gorî nivîseke fermî ya Birêvebiriya Giştî ya Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Parêzgeha Dihokê ku 14ê Hezîrana 2026an hatiye belavkirin, ji bo çareserkirina giliyên welatiyan û sererastkirina bilindgoyên mizgeftan çend biryarên nû hatin dayîn.
Biryar parêzgeha Dihokê û ew 6 qezayên ku dikevin sînorê parêzgehê li xwe digire.
Li parêzgeha Dihokê hezar û 160 mizgeft hene ku bang li wan tê dayîn.