Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi kêrê êrişî bav û kurekî hat kirin.
Birêvebiriya Polîsan a Urmiyeyê ragihand ku bav miriye û kurê wî jî rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên Birêvebiriya Polîsan a Urmiyeyê, êriş doh pêk hatiye û di êrişê de bav miriye û kurê wî jî bi giranî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku destpêkê di navbera bikuj û kurê kesê mirî de li ser cihê parkkirina otomobîlê nîqaş derketiye.
Paşê bikuj bi kêrê êrişî kurik kiriye.
Bavê wî gava xwestiye bi hawara kurê xwe ve biçe, çend derbên kêrê lê ketine û ji ber birînên xwe miriye.
Di vîdeoyeke ku li ser torên civakî hat belavkirin de diyar dibe ku bikuj 5 caran kêrê li bav dixe.
Fermandariya Polîsan a Urmiyeyê piştî bûyerê ragihand ku bikuj hatiye desteserkirin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser kuştinan amarên hûr nînin lê li gorî amarên Tiba Dadê ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Adara 2026an, herî kêm 582 hezar kesan ji ber şer, birîndarbûn an kuştina xizmên xwe serî li Tiba Dadê daye.
