Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rakirina zimanên Kurdî, Tirkmenî û Suryanî ji ser tabelaya fermî ya ofîsa Desteya Destpakiyê ya Kerkûkê, endamekî Meclisa Parêzgeha Kerkûkê got, "Ev yek binpêkirina destûrê ye." Dê li Bexdayê giliyê yasayî were kirin.
Li Kerkûkê zimanên Kurdî, Tirkmenî û Suryanî ji ser tabelaya fermî ya ofîsa Desteya Destpakiyê hatin rakirin.
Endamekî Meclisa Parêzgeha Kerkûkê got, "Ev yek binpêkirina destûrê ye û dê li Bexdayê giliyê yasayî were kirin."
Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Zimanên Kurdî, Tirkmenî û Suryanî ji ser tabelaya fermî ya ofîsa Desteya Destpakiyê ya Kerkûkê hatin rakirin. Me bi baldarî çavdêriya vê gavê kir."
Kerkûkî bi bîr anî ku tabelaya berê nîşaneya pirzimanî û pirrengiya parêzgehê bû.
"Mafekî destûrî ye, ne îmtiyaz e"
Dr. Ehmed Kerkûkî da zanîn ku bicihanîna zimanên fermî li dezgehên hikûmetê ne bexş e û ne jî îmtiyaz e.
Kerkûkî destnîşan kir ku ev yek mafekî destûrî û yasayî ye û got:
"Ev yek rêzgirtina ji wekhevî û taybetmendiya Kerkûkê ya wekî bajarekî pirnetewe û pirziman e."
Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê li ser hinceta rakirina zimanan jî wiha axivî:
"Min ji birêvebirê fermangehê pirsî çima ziman hatine rakirin. Wî got ku `Ev biryara Bexdayê ye.`
Min jî jê re got heger nivîseke we ya fermî hebe ji min re bişînin, heger na hûn berpirsiyarê vî karî ne."
Dê giliyê wan bê kirin
Dr. Ehmed Kerkûkî eşkere kir ku wî giliyekî yasayî amade kiriye û dê sibê li Bexdayê gilî bê kirin.
Wan her wiha nameyeke fermî jî ji bo Serokatiya Desteya Destpakiyê amade kiriye.
Di nameyê de sedemên vê biryarê tên pirsîn û daxwaza vegerandina tabelayê bi awayekî ku li gorî destûr û yasayan be tê kirin.
Ehmed Kerkûkî anî zimên, "Kerkûk her tim bajarê pirrengî û pirzimaniyê bûye û dê her wisa bimîne."
Kerkûkî tekez kir ku ew dê rê nedin mafên zimanî yên pêkhateyên bajêr werin binpêkirin.
Divê bi her çar zimanan be
Li gorî Yasaya Zimanan a Îraqê ya 2014an û biryara Dadgeha Federal a Îraqê ya 2008an, divê tabelayên fermangehên Kerkûkê bi her çar zimanên parêzgehê werin nivîsandin.
Li gorî Destûra Îraqê, Erebî û Kurdî du zimanên fermî yên Îraqê ne.
Her wiha zimanên Tirkmenî û Suryanî jî li wan yekeyên îdarî yên ku piraniya niştecihên wan pêk tînin, zimanên fermî ne.
