Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî xwest ku wateyên kûr ên cejnê bibin derfetek û got:
"Di vê boneya pîroz de, bila wate û têgehên kûr ên cejnê yên wekî lêborîn, gerdengazayî û lihevhatinê bibin derfetek ji bo nûkirina pêwendiyên me.
Bila ev yek bibe derfetek ji bo vekirina rûpeleke nû ya dilpakî, tebayî û hezkirinê di jiyan û karê me yê rojane de."
Hêviya vegera bi silametî ji bo haciyan
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de hêvî kir ku heciyên Herêma Kurdistanê bi silamet ji hecê vegerin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê û ji hemûyan şadî û kameraniyê bi xwe re bîne.
Ez ji hemûyan re bêhnvedaneke aram û bextewar hêvî dikim.
Ez ji haciyên delal ên Kurdistanê re vegereke bi silamet hêvî dikim
Xwedayê mezin heca hemûyan qebûl bike û cejna wan pîroz be."
Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "Cejna Qurbanê li her kesî pîroz be, her sal bi xweşî be."
