Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, termê Gulsîma Yildiza ku ketibû çêm û avê ew biribû, di roja 8an de hat dîtin.
Li gundê Geliyê Gûzan ê Mûşê, 20ê Gulanê Gulsîma Yildiz dema di ser pira darîn re derbas dibû ket çêm û di nav avê de winda bû.
Xebatên lêgerînê
Piştî agahdarkirinê, tîmên AFADê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên binavê yên Fermandariya Cendirmeyan a Mûş û Wanê û tîmên Îdareya Taybet a Parêzgehê dest bi xebatên lêgerînê kir.
Di xebatên ku bi giştî 150 karmend beşdar bûn de, li ser qadeke nêzîkî 60 kîlometreyî lêgerîn hat kirin.
Di xebatên lêgerînê de 6 dron jî hatin bikaranîn.
Termê Gulsîma Yildizê îro li nêzîkî gundê Melekanê li bin pireke hat dîtin.
Cihê ku termê wê lê hat dîtin, ji cihê ku lê ketibû avê nêzîkî 8 kîlometreyan dûr e.
Hat diyarkirin ku termê wê di bin pirê de di navbera hesin û daran de asê maye.
