Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çayeliyê ya Rîzeyê ya Tirkiyeyê 30 karkerên Îranî yên ku ji bo çinîna çayê çûbûn wê derê rastî êrişê hatin.
Ev karker bi heqdestekî gelekî kêm hatin xebitandin û dema wan heqê xwe xwest li wan dan.
Çeneya karkerekî şikestiye û ji ber ku wî nikarîbûye pereyê nexweşxaneyê bide, bêyî dermankirinê vegeriyaye welatê xwe.
Tenê bi 1100 lîreyî xebitîne
Li gorî nûçeya ANKAyê, jin jî di nav de 30 karkerên Îranî li Çayeliyê xebitîne.
Wan karkeran heqê keda xwe xwestiye. Li ser vê yekê kesê ku ew biribûn û çend kesên din li wan daye.
Li gorî îdiayan, ew karkerên ku ji bo çinîna çayê çûbûn Rîzeyê li sîteyeke pîşesaziyê di şert û mercên xirab de dihatin hiştin.
Heqdestê rojane yê çinîna çayê li herêmê di navbera 3-4 hezar lîreyan de ye lê ew karker tenê bi 1100 lîreyî xebitîne.
Êrişî karkeran kirin
Karker 15 rojan xebitîn û dûv re heqê xwe yê mayî xwest.
Dema wan pereyê xwe xwest bi kesê bi navê M.Y. yê ku ew anîbûn re ketin nîqaşê.
M.Y. bi telefonê bangî nêzîkî 15 kesên din kiriye û wan bi kom êrişî karkeran kiriye.
Di êrişê de gelek karker birîndar bûn. Karkerên birîndar li Nexweşxaneyên Çayelî û Rîzeyê hatin dermankirin.
Bêyî ameliyatê vegeriya welatê xwe
Çeneya karkerekî şikestibû û ew bir Nexweşxaneya Zanîngeha Teknîkî ya Karadenîzê (KTU) ya Trabzonê.
Li wê nexweşxaneyê ji bo ameliyatê 130 hezar lîre ji karker hat xwestin.
Ji ber ku karker nikarîbû wî pereyî bide neçar ma ku bêyî dermankirinê vegere.
M.Y. hat berdan
M.Y. yê ku wekî berpirsê êrişê tê naskirin hat desteserkirin.
M.Y. piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Piştî êrişê, karker li Otogara Çayeliyê bêkes hatin hiştin.
Xwediyê ofîsa otobusan Îbrahîm Ozturk polîs ji rewşê agahdar kirin û alîkariya birîndaran kir.
Karkerên Îranî 2 rojan di nimêjgeha otogarê de man û pişt re ew şandin Bazîdê.
Daxuyaniya qeymeqam
Qeymeqamê Çayeliyê Sertaç Kirçuval diyar kir ku derbarê bûyerê dest bi pêvajoya hiqûqî hatiye kirin û got:
“Bûyereke xemgînker e. Me birayên xwe yên Îranî birin Bazîdê da ku derbasî welatê xwe bibin.
Ji ber ku dozgerî li ser dosyayê dixebite, ez niha nikarim li ser hûrgiliyên desteserkirinan agahiyekê bidim.”