Hewlêr (Rûdaw) - Cihekî ku ne axa Kurdan e, çîrokeke ku qet navê Kurdan tê de derbas nabe diguherin û nêzîkbûna xwe ya li hemberî Kurdan derdixin holê û kesên li dora wan, tewr ên ku serozwezîrî jî kiriye dikenin û dibe hirehira wan.
Karsaz û Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç 5ê Hezîranê li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de bi çîrokekê heqaret li jinên Kurd kir.
Ev gotinên wî di nava siyaset û raya giştî de rastî bertekên tund hatin. Heta bang hat kirin ku markayên di bin banê şirketên Koç Holdîngê de werin boykotkirin.
Lê belê eslê wê çîrokê çi ye? Nivîskar Ayşe Hurê rastiya mijarê eşkere kir û diyar kir ku di çîroka orjînal de navê "Kurdan" qet derbas nabe.
Eslê çîroka ku Rahmî Koç got çi ye?
Nivîskar Ayşe Hurê eslê wê çîrokê parve kir.
Li gorî agahiyên Ayşe Hurê, ev çîrok di pirtûka dîroknasê Kadikoyê Dr. Mufîd Ekdal a bi navê "Kutiya Jiyanê ya Girtî: Konaxên Kadikoyê" (2014) de derbas dibe.
Di pirtûkê de anekdota Dr. Mahmut Ata Bey wiha tê vegotin:
"Rojekê jineke bi çarşefa reş û rûpêçkê, bi mêrê xwe yê gundî yê ku şalwarek lê bû ket jura min a pişkinînê.
Jinik li cem derî, destên xwe di bin çarşefê de veşartine û li ser pêyan sekiniye, li pişt wê jî mêrê wê...
Ez jî piştî nexweşê ku beriya wan derketibû, min destên xwe şûştine û bi pêjgîrê ziwa dikim.
Min berê xwe da jinikê û min got, ‘Derpêyê xwe derxe û li ser vê maseyê raze’. Jinik qet tevnade. Wekî peykerekî reşsemetî sekiniye.
Min heman gotin ducare kir. Jinik dîsa nalive.
Wê demê min berê xwe da mêrê wê û min got, ‘Eger hevjîna te bixwaze were pişkinînkirin, derkeve derve û wê îqna bike’.
Mêrikê gundî bi şermokî û fediyokî, destê jinikê girt û ew derxist derve. Dengê axaftinan ji deriyê nîvvekirî tê:
Gundî: Gelo jinik, tu çima tiştê ku bijîşk dibêje nakî?
Jinik: Axayê min, ew ji min re dibêje xwe rût bike.
Gundî: Helbet tu dê xwe rût bikî.
Jinik: Ji min re dibêje derpêyê xwe ji xwe bike.
Gundî: Ew mirovên mezin in. Eger gotibe derxe divê tu derxî.
Jinik: Êdî ez tiştek nabêjim, guneh ji min çû
wisa got û ket jura pişkinînê û derî girt. Rûpêçka xwe vekir û bi nazî li hemberî min sekinî.
Ew jina şermok çûbû, li şûna wê jineke din a ku li nava çavên min dinêrî hatibû. Bi rastî ez ecêbmayî mam.
Min got: Tu ji bo pişkinînê amade yî?
Bi bişirîneke sivik got, 'Belê'.
Temam naxwe, xwe rût bike.
Rabe ji min re nebêje 'Pêşî tu xwe rût bike'?"
"Jêrhişê nijadperestan derket holê"
Nivîskar Ayşe Hurê li ser vê rastiyê şîroveyeke berfireh kir.
Hurê diyar kir ku diyar e Rahmî Koç ev anekdot xwendiye û dema nexweşxane û bijîşk dîtine ketiye nava "vîrika devkî".
Hurê got, "Eger Rahmî Koç 'jina gundî ya bi çarşef' wekî 'jina Kurd' neguheranda, gelo dê bibûya sedema vê înfîalê? Bi dîtina min nabe. Lê baş bû ku wisa kir.
Bi vî awayî hem gelek çîrokên pîs ên li ser vî jandeyê herî qerase yê burjuvaziya Tirk derketin holê, hem jî di şexsê Koç de em daketin jêrhişê nijadperestên Tirk.
Agahiyên me yên li ser wê yekê ku ev beş cihêkariya 'em û yên din' li ser kîjan têgehan dikin xurttir bûn."
Ji bo civaka Kurd bû pêvajoya "dilrehetbûnê"
Ayşe Hurê di berdewamiya şîroveya xwe de bal kişand ser rewşa civaka Kurd û got:
"Ya girîngtir; civaka Kurd a ku li hemberî girtina hevserok û parlamenterên xwe yên tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê nayên berdan, şaredariyên ku hîn ji qeyûman wernegirtine, zimanê wan ê ku hîn wekî 'zimanê nenas' tê kodkirin, 'yasaya vegera malê' ya ku hîn dernexistiye û ezmûnên xwe yên Rojava yên şandar ku radestî komek cîhadîstên li Şamê hatine kirin nikare îsyan bike (yanî ji bo mafên xwe yên siyasî), hêrsa xwe derxist asteke exlaqî.
Pêşî teqîneke mezin a sînîran jiya. Paşê bi protesto, giliyên sûc û dozan, pêvajoyeke arambûn û dilrehetbûna hestyarî (bi têgehek ji tiyatroyê Yewnana Antîk: Katharsis) jiya. Kesên ku dizanin ev 'Katharsis' bi kêrî kê tê, dê ji yên nizanin re bibêjin."
"Vê carê bijîşk bixwe bûn hedef"
Ayşe Hurê di dawiyê de bertek nîşanî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî da û anî zimên:
"Gotina min a dawî ji bo Yekitiya Bijîşkên Tirk e... TTB di daxuyaniya xwe ya şermezarkirina Rahmî Koç de gotibû, 'Ji aliyê din ve, anîna ziman a van gotinên kirêt ku bi eşkereyî jinan û Kurdan biçûk dixin û rûmeta pîşeya bijîşkiyê dikin armanc, û hewldana meşrûkirina wan di bin navê pêkenok û henekê de nayê qebûlkirin'.
Me dît ku di vê bûyerê de ew çîroka ku jinan û rûmeta pîşeya bijîşkiyê dike hedef, di rastiyê de ya bijîşkan bi xwe ye..."
Heqareta li jinên Kurd û banga boykotê
Rahmî Koç di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî ya Îzmîrê ya li Balçovayê de di axaftina xwe de gotibû:
"Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
Dema ku Rahmî Koç ev çîroka ku qet navê Kurdan tê de nîne guherand û kir "jina Kurd", kesên li dora wî, tewr serokwezîrekî berê jî pê keniyan û bû hirehira wan.
Piştî van heqaretan, bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê esnaf û welatiyan dest bi banga boykotkirina markayên Koç Holdîngê kir.
Dest bi lêpirsînê hat kirin, Koç lêborîn xwest
Piştî dîmenên ku di nav raya giştî de bûn sedema bertekan, Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Têkildarî gotinên ku di hinek organên çapemeniyê de ji aliyê karsaz R.K. ve hatine bikaranîn, ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve di çarçoveya tawanê 'Bi Eşkereyî Biçûkxistina Beşekî Gel' de rasterast dest bi lêpirsînê hatiye kirin.”
Koç Holdingê li ser navê Rahmî Koç peyameke lêborînê ya nivîskî belav kir.
Di peyamê de hat gotin, "Ji ber gotinên xwe yên ku armanca wan ne hedefgirtina ti nasnameyê ye, ez ji dil lêborînê dixwazim. Ez dixwazim xemgîniya xwe ji dil parve bikim."
Berteka Wezîrê Dadê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya li ser lêpirsînê parve kir.
Gurlek bi van gotinan bertek nîşanî axaftina Koç da:
"Li ser platformên medyaya civakî dîmenên karsazekî hatin belavkirin ku di bernameyeke vekirinê de jinan û welatiyên me yên ji nasnameyeke etnîkî ya diyar dike hedef.
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bi awayekî rasterast dest bi lêpirsînê kir.
Teraziya dadê li gorî serwet, unvan yan statuya ti kesî napîve. Daraz her tim rûmeta mirov û hiqûqê diparêze.
Ew gotinên ku rûmeta jinan dişikînin, wan diêşînin û bi hestyariyên me yên civakî re naguncin, ji aliyê kê ve werin gotin jî qet nayên qebûlkirin."
Gurlek her wiha diyar kir, "Gotinên bi vî rengî eger di bin navê 'pêkenok' yan mîzahê de werin gotin jî, vê bêrêziya li hemberî jinan û beşeke civaka me sivik nake.
Em dê bi biryardarî li dijî her cure nêzîkatiya cudakar a li hemberî jinên ku stûna sereke ya civaka me ne û welatiyên me bisekinin."
Bertekên sazî û partiyên siyasî
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî bertek nîşanî gotinên Koç da û ev tişt anîn zimên:
"Em her cure gotinên ku jinan biçûk dixin şermezar dikin. Divê gotinên derbarê jinan de rêzdar û bi baldarî bin.
Nabe ku bawerî, koka etnîkî, çand, nasname yan zayenda ti beşeke civaka me bibe mijara gotinên biçûkxistin, cudakarî û cihêkariyê.
Nêzîkatiyên biçûkxistinê yên ku li ser bawerî, koka etnîkî û zayendê tên kirin, dibin sedema zimanê kîn û nefretê.
Divê mirov teqez ji van gotinên şaş dûr bisekine."
Çelîk amaje pê kir ku bikaranîna gotina "jina Kurd" di gel gotineke biçûkxistinê li dijî nirxên wan e û got:
"Ev yek gelekî şaş û xirab e. Em van nêzîkatiyên şaş û xirab ên ku welatiyên me yên Kurd û hemû jinan diêşînin, bi awayê herî zelal û ji bingeh ve red dikin.
Nabe ku gotinên kîn û nefretê bi kincê mîzahê wekî asayî werin nîşandan.
Sererastkirina gotinên şaş û xwestina lêborînê, pêdiviyeke rêzgirtina li nirxên me ye.
Divê her kes di mijarên bawerî, çand, koka etnîkî, nasname û zayendê de zimanekî hestyar û rêzdar bi kar bîne. Rûmet û qedrê hemû welatiyên me wekhev in."
DEM Partiyê û baroyên Bakurê Kurdistanê jî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê giliyê Rahmî Koç kir.
