Hewlêr (Rûdaw) - 22 welatan ku Amerîka û welatên Ewropayê jî di nav de ne, di daxuyaniyeke hevbeş de hişyariyeke tund da Îranê.
Wan ji Tehranê xwest ku êrişên li dijî xelkê yên li ser axa wan rawestîne.
Her wiha wan welatan bikaranîna komên tawanbar ji aliyê Tehranê ve bi tundî şermezar kir.
"Pêwîst e ev kiryar demildest bên rawestandin"
Di daxuyaniya hevbeş a 22 welatan de hat gotin ku dezgehên ewlehiyê yên Îranê komên tawanbar ên navxweyî û navneteweyî bi kar tînin.
Li gorî daxuyaniyê, ev kom ji bo planên li Ewropa, Amerîkaya Bakur û Awistralyayê tên bikaranîn û ev kiryar "şermezarker" in.
Di daxuyaniyê de ev hişyarî hat dayîn:
"Hewlên kuştin, revandin, acizkirin, tirsandin an jî her êrişeke din a li ser xelkê li ser axa me, serweriya neteweyî û bingehên navneteweyî binpê dike.
Pêwîst e ev kiryar demildest bên rawestandin."
Supaya Pasdaran hat tawanbarkirin
Wan welatan ragihand ku Dezgeha Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran a Îranê û Feyleqa Qudsê di nav "planên kujer û kiryarên xerab" de ne.
Hat destnîşankirin ku ew plan li dijî dijberên Îranî, rojnameger û civak û berjewendiyên Îsraîlê tên meşandin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Em ji bo parastina welat û gelê xwe ya li dijî van gefan yekgirtî ne. Pêwîst e Komara Îslamî ya Îranê niha van kiryaran rawestîne."
22 welat kîjan in?
Ew 22 welatên ku daxuyanî dane ev in: Amerîka, Swêd, Portugal, Norwec, Makedonyaya Bakur, Zelanda Nû, Holenda, Lîtvanya, Letonya, Îrlanda, Almanya, Fransa, Fînlanda, Estonya, Danîmarka, Çekya, Kanada, Bulgaristan, Belçîka, Awisturya, Awistralya û Albanya.
Wan welatan Îran tawanbar kir ku li pişt kampanyayeke êrişan e.
Ew êriş li seranserê Ewropayê civakên Cihû û rojnamegerên Îranî û Amerîkî dikin armanc.
Komeke nêzîkî Îranê ya bi navê "Hereket Eshab Yehîm Îslamî" berpirsyariya wan êrişan girtibû ser xwe.
Vê komê berpirsyariya rêzeêrişên vê dawiyê girtibû ku li navçeya Golders Greena Londonê agir bi kinîşte û cihên civakî ketibû.
