Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Birêvebiriya Navendî ya ku bi biryara dadgehê li şûna birêvebiriya navendî ya CHPyê hatibû erkdarkirin, biryara derxistina 9 parlamenteran da.
Ev komîte wekî baskê Kemal Kiliçdaroglu tê naskirin.
Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî vê hewldanê da.
Birêvebiriya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya ku bi biryara dadgehê li ser kursiyê birêvebiriya CHPyê rûniştiye, pêvajoya derxistinê da destpêkirin.
Wê birêvebiriyê 9 parlamenterên CHPyê şandin Komîteya Dîsîplînê ya Bilind.
Di nav wan 9 parlamenteran de 4 endamên Meclisa Partiyê û 2 alîkarên serokê komê jî hene.
Birêvebiriyê bi awayekî "tedbîrî" daxwaza "derxistina teqez" a wan parlamenteran kir.
Ozgur Ozel li hemberî vê biryarê bertekeke tund nîşan da û got:
"Yên ku rewatiya wan nîne û bi destê AK Partiyê bi awayekî bêyî hukim hatine erkdarkirin, nikarin li ser kursiyê Serokatiya Giştî ya CHPyê rûnên.
Ev birêvebiriya betal a ku ji bo parastina desthilata Erdogan hatiye erkdarkirin, dixwaze bi awayekî derqanûnî 9 parlamenterên me ji partiyê dûr bixe."
"Dê di rûpelên şermê de cih bigirin"
Ozgur Ozel anî zimên ku dê navê kesên xwedî li demokrasiyê derdikevin bi tîpên zêrîn were nivîsandin û wiha pê de çû:
"Lê yên ku dest danîne ser vînê û bi tirs gavan diavêjin, dê tenê di rûpelên şermê yên dîrokê de cih bigirin.
Em dê nehêlin ku ti kes destê xwe dirêjî 'Mala Bavê' bike. Em dê heta dawiyê xwedî li vîna endam û kedkarên xwe derkevin.
CHP ne partiya wan kesan e ku ji Qesrê fermanan werdigirin, CHP partiya têkoşerên bedêldayî ye."
"Ev hewldaneke derbeyê ye"
Ozel destnîşan kir ku parlamenterên wan bi dengê gel hatine hilbijartin û tenê gel dikare wan ji erkê wan dûr bixe.
Ozgur Ozel di dawiya daxuyaniya xwe de xwe de wiha got:
"Kesên tayînkirî nikarin di hundirê partiyê de 'CHPyeke paralel' ava bikin.
Ev hewldana derbeyê dê pûç bibe. CHP dê ne bi destê 'tayînkiriyan' lê bi vîna azad a endamên xwe bi rê ve biçe."
