Hewlêr (Rûdaw) - Ayşegul Doganê ji Rûdawê re got, “Pêşniyar û nexşerêyeke Rêzdar Ocalan hene: Yasaya çekdanîne, bingeha hiqûqî û guherîna şertên wî bi xwe (tevlîbûna wî ya nav pêvajoyê).”
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Stenbolê beşdarî Konferansa “Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” bû.
Ayşegul Doganê derbarê girîngiya konferansê û pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê bersiv da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez.
“Înkar û tunekirin bi ser neket”
Ayşegul Doganê destnîşan kir ku Tirkiye di sedsala duyemîn a komarê de êdî nikare bi hişmendiya kevn Pirsgirêka Kurdan çareser bike.
Wê anî zimên ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên sed salî bi ser neketine û wiha li pey çû:
“Îro li cîhanê 60 milyon Kurd hene. Ti kes nikare bi siyaseta înkarê bibêje Kurd nînin an jî zimanê Kurdî nîne.
Ev sedsal, sedsala naskirina nasname û mafên Kurdan e. Divê ev komar bi rastî bibe komareke demokratîk.”
“Pêdivî bi zemînekî yasayî heye”
Berdevka DEM Partiyê li ser nîqaşên derbarê “yasaya çarçoveyê” ya ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê jî agahî dan.
Doganê eşkere kir ku daxwaza wan ew e ku beriya parlamentoya Tirkiyeyê di meha tîrmehê de bikeve navberê, gavên berbiçav werin avêtin.
Ayşegul Doganê diyar kir ku ew ne tenê li benda “şabloneke” ne, ew dixwazin metnekî yasayî yê zelal bibînin ku rê li ber diyalogê veke.
Hevdîtinên li ser Îmraliyê
Ayşegul Doganê bal kişand ser hevdîtinên bi AK Partiyê re û mijara şandeya ku dixwaze biçe Îmraliyê û got:
“Me li ser şandeya Îmraliyê bi AK Partiyê re hevdîtin kir. Em dixwazin Birêz Ocalan rasterast nêrînên xwe bi gel û aliyên siyasî re parve bike. Ji bo vê jî divê navbeynkar nemînin û rêyên diyalogê werin vekirin.”
Doganê her wiha destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayînde pêşniyar û nexşerêyeke Abdullah Ocalan hene û li gorî van divê sê xalên bingehîn werin bicihkirin ku ew jî ev in:
- Yasaya çekdanîne
- Bingeha hiqûqî
- Guherîna şertên Ocalan bi xwe (tevlîbûna wî ya nav pêvajoyê)
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku divê hemû aliyên civakê tevlî pêvajoyê bibin û ragihand ku ew wekî partî ji bo her cure hewldanên demokratîk amade ne û ew dê xebatên xwe yên ji bo aştiyeke rasteqîn bidomînin.