Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî lihevkirina bi Îranê re tankerên petrolê yên bazirganiyê dest bi çûn û hatina di Tengava Hurmizê re kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser rewşa dawî ya Tengava Hurmizê daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe de got, "Piraniya keştiyên ku barê wan petrol e dest bi derketina ji Tengava Hurmizê kir.
Ew rêbeja başûr bi kar tînin ku bi temamî ewle û parastî ye. Ji xeynî vê rêyên din ên çûn û hatinê jî hene."
Peyman dê li Swîsreyê were îmzekirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump û rayedarên Îranê di daxuyaniyên xwe yên doh de diyar kiribû ku her du welatan li hev kiriye.
Hatibû ragihandin ku ew peyman dê 19ê Hezîranê li Swîsreyê were îmzekirin.
