Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê siyasetmedar û xelk ji peymana ku di navbera Amerîka û Îranê de hatiye kirin hêrs in û dibêjin, “Îran ji me xurttir derket.”
Ew peymana di navbera Washington û Tehranê de ji bo Îsraîlê wekî "karesatekê" dibînin.
Ji ber vê yekê hemû kes hêrsa xwe bi ser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de dirijîne.
Netanyahu roja duşemê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku eger peyman hebe yan nebe, ew dê ji bo rêlibergirtina ku Îran bibe xwediyê çekên atomê şerê xwe bidomîne û got:
"Heta ku ez Serokwezîrê Îsraîlê bim ew yek çênabe, Îran nabe xwedî hêza atomê.”
Wî her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku ev peyman tenê di navbera Amerîka û Îranê de ye û Îsraîl ne beşeke wê ye.
Netanyahu eşkere kir ku wî ti carî qebûl nekiriye vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Libnanê bibe mercekî peymanê.
Çima xelk hêrs e?
Siyasetmedar û rikeberên Netanyahu dibêjin ku wî şaşîtiyên mezin kirine.
Xapandina Trump: Rexnegir dibêjin Netanyahu Trump teşwîqî şerê li gel Îranê kiriye û sozên mezin dane wî ku nikare bi cih bîne.
Niha jî Trump dixwaze bi lez ji şer derkeve beriya ku Îsraîl ji bo vê amade be.
Têkçûna li hemberî Îranê: Ew dibêjin Îran di van dan û standinan de ji Îsraîlê zîrektir bûye û Netanyahu bi temamî hatiye paşguhkirin.
Siyasetmedarên diyar ên Îsraîlê çi dibêjin?
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Barak: "Îsraîl baca quretiya Netanyahu dide. Îran xurttir derket û Îsraîl jî lawaztir. Ev berpirsyariyeke stratejîk a Netanyahu ye û ew têk çû."
Serokê Mixalefetê Yair Lapid: "Ev peyman di siyaseta derve û ewlehiya Îsraîlê de yek ji têkçûnên herî mezin e. Ev bi temamî li ser navê Netanyahu tê qeydkirin."
Serokê Partiya Demokratan Yair Golan rexne kir ku li gorî peymanê bi milyaran dolar pereyên cemidî ji Îranê re tên dayîn, bêyî ku bernameyên wê yên atom û mûşekan werin têkbirin û got:
“Ev dayîna werîsê rizgariyê ye ji bo rejîma Tehranê."
Wezîrê Asayîşa Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvirê ku yek ji wezîrên herî tundrew e, dixwaze ku Îsraîl şerê Libnanê bidome.
Ben-Gvir jî got, "Nabe ku em ji têkbirina Hizbulahê bi tiştekî kêmtir razî bibin."
Pirsgirêka Libnanê çi ye?
Pirsgirêkeke mezin a Îsraîlê ew e ku artêşa wê ketiye başûrê Libnanê û ew der xistiye bin kontrola xwe.
Îranê mercek daniye ku her peymana aştiyê divê vekişîna Îsraîlê ya ji Libnanê jî li xwe bigire.
Niha Netanyahu di rewşeke gelekî xerab de ye.
Li aliyekî xelkê wî dixwaze şerê Libnanê bidome. Li aliyê din jî heke şer ranewestîne dê Trump gelekî ji wî hêrs bibe.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Îsraîlê Daniel Shapiro jî got ku Hizbulah û Îran kontrola rewşê bikin.
Bi gotina Daniel Shapiro, Hizbulah û Îran bi tenê bi avêtina mûşekekê ya ber bi bakurê Îsraîlê ve dikarin rewşê ji bo Netanyahu gelekî zehmettir bikin.
Gelo Îsraîlê tiştek bi dest xist?
Piştî nêzîkî 4 mehan ji şer û bombebaranên asmanî yên tund ên li Îranê, şîrovekar dibêjin ku Tehran niha di pêgeheke gelekî xurttir de ye.
Her wiha karîbûye Tengava Hurmizê jî kontrol bike ku bazirganiya cîhanî fetisandiye.
Şîrovekara siyasî ya Îsraîlî Anna Barsky got:
"Îsraîl difikire ku şer bernameya atomê ya Îranê hinekî dereng xistiye lê armancên Îranê neguherandine."
Tiştê ku Îsraîliyan zêdetir hêrs kirine ew e ku ne tenê zerereke mezin negihîşt Îranê, her wiha biryar e li gorî peymanê cezayên li ser hene jî werin rakirin û bi milyaran dolaran ji wan re vegerin.
.webp&w=3840&q=75)