Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silivriyê ya Stenbolê bi îdiaya "gendeliyê" operasyon hat kirin.
Di encama operasyonê de Şaredarê Silivriyê yê CHPyî Bora Balcioglu û 9 kesên din hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Silivriyê bi îdiaya "gendeliyê" li ser Şaredariya Silivriyê ya CHPyê lêpirsînek da destpêkirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de biryara desteserkirina 18 kesan hat dayîn.
Şaredarê Silivriyê Bora Balcioglu jî di nav wan kesan de bû.
Ji nexweşxaneyê ji bo dadgehê
Hêzên ewlehiyê roja înê (12ê Hezîranê) dest bi operasyonê kir.
Di encamê de 18 kes hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê ew kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê.
Piştî kontrola tenduristiyê ew ji bo darizandinê sewqî Dadgeha Silivriyê hatin kirin.
Biryara girtina 10 kesan
Dozgeriyê li dadgehê îfadeya desteserkiriyan wergirt.
Piştî îfadeyan, dozgeriyê Bora Balcioglu jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê ya Sulhê.
Dozgeriyê ji bo 7 kesan jî daxwaza kontrola dadî kir.
Dadgehê li ser Şaredar Bora Balcioglu û 9 kesên din (Aşkin Kaynar, Serdar Tuna, Gokhan Tuna, Adem Tuna, Îbrahîm Komur, Aykut Batur, Fatîh Yavuz, Yavuz Dîrîk û Nîhat Nahît Sarayonu) biryara girtinê da.
Her wiha dadgehê 8 kesên din jî bi şertê kontrola dadî berdan.
