Hewlêr (Rûdaw) - Biryara fermî ya li ser bipaşxistina bêhnvedanê û dirêjkirina dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.
Li gorî biryarê, Parlamentoya Tirkiyeyê dê xebatên xwe bidomîne ku diviyabû 1ê Tîrmehê biketa bêhnvedanê.
Bêhnvedan hat paşxistin
Li gorî Xala 93yan a Destûra Bingehîn û Xala 5an a Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoyê, diviyabû parlamento roja çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an biçûya bêhnvedanê.
Lê 16ê Hezîranê di Rûniştina 102yan a Desteya Giştî de biryar hat dayîn ku parlamento neçe bêhnvedanê û xebatên xwe bidomîne.
