Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku dan û standinên bi Amerîkayê re yên ku biryar bû 19ê Hezîranê li herêma Burgenstockê ya Swîsreyê werin kirin, heta "demeke din" hatine bipaşxistin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser dan û standinên Îran û Amerîkayê daxuyaniyek da.
Beqayî diyar kir ku dema hewce bike bi rêya navbeynkaran hevdîtinên pêwîst tên kirin.
Wî anî zimên ku dema mercên guncav ji bo dan û standinan amade bûn dê agahdarî were dayîn û hevdîtinên li Swîsreyê heta "demeke din" hatine taloqkirin.
Beqayî destnîşan kir ku ji bo destpêkirina dan û standinan divê xalên 1, 4, 5, 10 û 11an ên peymana lihevkirinê werin bicihanîn û ev yek didome.
Wî ragihand ku ji ber ku belge berê hatiye îmzekirin, hevdîtinên li Swîsreyê ne lezgîn in.
“Tengava Hurmizê nehatiye girtin”
Berdevkê Îranî angaştên hinek dezgehên ragihandinê yên li ser girtina ducare ya Tengava Hurmizê red kirin û got ku ev îdia ne rast in.
Beqayî diyar kir ku bi tedbîrên ewlehiyê yên Îranê re derbasbûna keştiyên bazirganiyê ya di tengavê re didome.
Beqayî her wiha got ku nûçeyên li ser vexwendina Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ya ji bo kontrolkirina dezgehên nukleer ên Îranê ne rast in.
Lê belê destnîşan kir ku kontrolkirina santralên wekî ya Bûşehrê dê bidome û welatê wî dê di nava 60 rojên dan û standinan de bernameya xwe ya nukleer biparêze.
“Peymana Îslamabadê”
Îran û Amerîkayê bi navbeynkariya Pakistanê 15ê Hezîranê ji bo bidawîkirina şer û çareserkirina pirsgirêkan li ser peymaneke 14 xalî li hev kiribû.
Ev peyman ku wekî "Peymana Îslamabadê" tê naskirin, ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi awayê dîjîtal hatibû îmzekirin.
Di peymanê de xalên wekî bidawîkirina şer (Libnanê jî di nav de ye), vekirina Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê cih digirin.