Helwest: Pênaseya rastiyê ya rewşenbîriyê
Di pêşveçûn û paşketina her neteweyekê de rola siyasetmedar û rewşenbîran yekcar mezin e. Siyasetmedar biryaran didin, rewşenbîr jî wan biryaran dinirxînin, civakê hişyar dikin û helwesteke rast nîşan didin.
Entelektuel an jî rewşenbîr ne tenê kesekî xwendî yan akademîsyen e, ew kes e ku hiş û zanîna xwe ji bo ramanên rexneyî, analîzkirina civakê û refleksiyona li ser rastiyên heyî bi kar tîne.
Erkê bingehîn a rewşenbîr ew e ku li hemberî desthilatdariyê rastiyê bibêje û normên heyî bixe jêr pirsiyarê. Bi gotineke din, têgiha rewşenbîrî bi helwestgirtinê ve girêdayî ye.
Wekî ku fîlozofê navdar Jean-Paul Sartre dibêje:
"Helwestgirtin, li ser milê rewşenbîr erkekî pîroz e. Dema ku neheqî û zilm tê kirin, rewşenbîr nikare xwe li pişt bêalîbûnê veşêre."
Ev helwest dikare li hemberî karên civakî yên piçûk be – mîna tevgerên neyînî yên hin hunermend, nivîskar, sazî û karmendên hikûmetê – yan jî li hemberî biryarên mezin û çarenivîssaz be, wekî pêşeroja gelekî û avakirina dewletê. Wekî mînak; mafê derbirînê yê Mem Ararat û gotinên wî yên di vîdyoya “Ji bo civata Kurdî…”, helwesta Diyar Dêrsimî ya li hemberî Alaya Kurdistanê û berevaniya, Erebkirina Kurdistanê û rexne û nirxandinên derbarê paşeroja welat. Ev hemû helwest ji bo bipêşveçûna me wekî milet girîng in. Lê helbet, etelektuel dikare nirxandinên erênî jî bike.
Di mijara netewebûnê de rola ol û sekularîzmê
Hin rewşenbîr dixwazin bi hinceta olên cuda, astengiyan bixin navbera Kurdan. Lê Kurd neteweyek e ku xwedî olên cuda ye û ol di mijara netewebûnê ya civakên modern de, ne xwedî roleke bingehîn e. Ol pêwendiyeke taybet û giyanî ye di navbera kes wekî ferd (îndîvîdual) û Xwedayê xwe de.
Divê Kurd, bi taybetî Kurdên xwedî pênûs, pênasîn, zanîn û hişê vekirî, daxwaza civateke sekuler û pêşverû bikin, civatek ku tê de hemû ol azad bin, wekhev bên dîtin û ti ol ji felsefe yan oleke din bilindtir neyê girtin. Her kes divê li pêşberî qanûnê wekhev be û welat bibe yê hemûyan, bêyî cudahiya olî.
Qonaxa nazik û paradoksa bêdengiyê
Kurdistan di qonaxeke pir nazik re derbas dibe. Mixabin, Kurd nikarin wekî pêwîst ji derfetên heyî – ku carna zêrîn in – sûdê wergirin. Hin ji kesên ku xwe wekî “siyasetmedarên Kurd” didin nasîn, bûne antî-Kurdistan; elît, nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî pasîf û bêdeng mane. Hin ji wan “rewşenbîran” jî bûne berdevkên dijminan.
Bi vê bêberpirsiyarî û lawaziyê, ne tenê dagirker çavên xwe berdidin axa Kurdistanê, her wiha kêmneteweyên bêhêz ên ku li Kurdistanê dijîn jî dijminatiya Kurdan dikin.
Mafên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo wan hatine dabînkirin, li ti deverên din ên Rojhilata Navîn nînin. Ew ji ber şer û zilma li Îraqa Ereb direvin û tên Kurdistanê, li vir dibin xwedî mal û ewlehî lê paşê dijminatiya xwediyê malê dikin. Ev paradokseke nedîtî ye!
Ev hemû ji neyekbûn û bêrêxistinbûna Kurdan tê. Heya ku vîzyon û planên neteweyî yên hevbeş nebin û Kurdistanîbûn nebe armanc, hêzên derve jî nikarin Kurdan bikin yek.
Rast e, Kurd ti carî di qada navneteweyî de ew qasî bi bandor nebûne. Li Amerîka, Îsraîl û Ewropayê, siyasetmedar bi eşkere piştgiriya dewleteke Kurdan a serbixwe dikin.
Serokkomarê berê yê Awisturyayê Heinz Fischer gotibû, "Kurd her dem hewl didin bibin xwedî dewlet" û weha domandibû: "Li Rojhilata Navîn gelek dewlet hene, çima ji bo Kurdan nebe? Bersiv ev e: Divê gelê Kurd jî karibe xwe birêxistin bike û dewleta xwe ava bike."
Dînamîzm, rexneya Aaaker û guherîna wijdanî
Ez qet îdia nakim ku gotin û dîtinên min ji sedî sed rast in lê ez her tim hewl didim dengê wijdana xwe bînim ziman. Dema ez şaşiyên xwe dibînim û ramana xwe diguherînim, ez vê yekê pir normal dînim. Ya girîng ew e ku mirov li cihê xwe nesekine. Divê mirov ber bi pêş ve here, hereket bike û dînamîk be, ne statîk, sakîn û pasîv be.
Mixabin di nava piraniya me Kurdan de rewş ne wisa ye. Rewşenbîr û entelektuelên me dema ramanên xwe diguherînin, pir caran ji bo berjewendiyan diguherînin. Dema rexne dikin jî wê bi hêrs, rûreşkirin û zimandirêjiyê dikin, ne ji bo berjewendiyên giştî.
Ez behsa rexneyên tûj û hişk nakim – ew jî şêwazek e – lê dema ew tundî ji sînorê edeb û exlakê derdikeve, dibe her tişt lê nabe rexne û nagihîje armanca xwe.
Ji fîlozofekî ateîst dipirsin: "Gelo heke tu di baweriyên xwe de şaş derkevî, tu dê çi bêjî?" Bersiva wî ev bû: "Bawer bike, dema ez ramanên xwe bi qenaet diguherînim, ez kêfxweş dibim. Hin mirov bi tiştên madî şad dibin, ez jî bi guherîna raman û dîtinên xwe."
Pirseke din her di vî warî de ji kesayetiyê medyayê yê Xiristiyan ê navdar George Kardahî dikin: "Gelo rast e tu bûyî Misilman?" Bersiva wî: "Na, ez Xiristiyanekî Maronî me, ez wisa ji dayik bûm û ez dê wisa jî bimirim."
Di van her du bersivan de cudahiyeke mezin heye, ya yekem nîşana vekirîbûna hiş e û ji kûrahiya wijdanê tê lê ya duyem sade, mejîgirtî û bi paşverû ye.
Sînorên entelektueliyê û çanda toleransê
Serhişkî û înadî di bîr û baweriyan de tenê zererê dide xwediyê xwe. Ew kes di warê raman û felsefeyê de hejar û belengaz nîşan dide. Mixabin, gelek ji rewşenbîr û entelektuelên me hîn jî bi vê kêmasiyê re rû bi rû ne.
Pir baş e ku hêdî hêdî rewşenbîrên biwêr û aza derdikevin ku rexneyên xwe yên wijdanî li hember desthilat û partiyên Kurd dikin. Ew vê yekê ji bo pêşveçûna civaka Kurdan û ne ji bo berjewendiyên kesane dikin.
Rewşenbîrî ne ew e ku mirov li diyasporayê rûne û rexne li ser dar û berên Kurdistanê bike yan ji Bakur rexne li Başûr bike, ji Başûr rexne li Rojava bike yan li Silêmaniyê rûne û rexne li Hewlêrê bike yan jî ji Hewlêrê rexne li Silêmaniyê bike.
Her çend mirov dikare ji her derê rexneyên mafdar û pêwîst bike jî lê divê mirov pêşî ji xwe, malbat, bajar, herêm û derdora xwe dest pê bike.
Rexneya rast û bi mebesta paqij her tim xwedî nirx e û digihîje armanca xwe. Heta heke rexne rast be jî lê mebest ne paqij be, ew nagihîje armanca xwe.
Berî çend salan, min jineke karsaz nas dikir ku gelek karmend li cem wê dixebitîn.
Wê carekê behsa du karmendên xwe kir û got:
“Yek ji wan bi mebesta paqij û ji bo başkirina kar rexne dikir. Hinek caran şaş derdiket jî ez qet ji wê aciz nedibûm. Lê ya din ji ber hesûdî û hêrsê rexne dikir. Hinek caran ew rast bû jî lê min pir bawerî bi gotinên wê nedikir, ji ber ku mebesta wê ne paqij bû.”
Guherîna bîr û baweriyan nîşana tenduristiya hişî û ruhanî ye. Lê mirov çawa dizane ku ew ber bi baştirbûnê ve diguhere?
Bersiva youtuberekî bala min kişand. Wî got, “Binêre ka tu çendî dikarî ramanên dijber qebûl bikî. Her ku qada qebûlkirina te ji bo fikrên cuda û dijber berfirehtir bibe, ew nîşana mezinbûna hiş û guherîna te ya erênî ber bi başbûnê ve ye.”
Bi hêviya ku em hemû ji bo başiya welat û neteweya xwe biguherin, bi taybetî jî siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ev her du hîmên bingehîn in ji bo paşerojeke ronîtir û Kurdistaneke bihêvîtir.
.jpg&w=3840&q=75)