Hewlêr (Rûdaw) - Kupaya Cîhanê ya 2026an dest pê dike û cara yekem 48 tîmên neteweyî beşdar dibin.
Îşev bendewariya cîhanê ya ji bo destpêkirina turnuvaya herî mezin a futbolê bi dawî dibe û Kupaya Cîhanê ya 2026an dest pê dike.
Di Kupaya Cîhanê ya vê carê de, cara yekem di dîrokê de 48 tîmên neteweyî beşdar dibin û li ser 12 koman hatine dabeşkirin ku di her komekê de 4 tîm hene.
Ji Kupayên Cîhanê yên borî cudatir, di qonaxa yekem de yekem û duyemên hemû koman li gel çar baştirîn sêyeman derbasî qonaxa duyem dibin.
Qonaxa duyem dibe qonaxa 32yan û ji wê qonaxê ve qonaxa derxistinê dest pê dike û her tîmeke ku têk biçe dê xatir ji Kupaya Cîhanê bixwaze.
Mazûvaniya 3 welatan
Amerîka, Meksîka û Kanada mazûvaniya Kupaya Cîhanê dikin û vê carê Kupaya Cîhanê li 3 welatên cuda bi rê ve diçe.
Heta ku digihêje dawiyê 104 lîstik tên lîstin û 16 bajarên cuda yên li her 3 welatan mazûvaniya lîstikan dikin.
Hezar û 248 lîstikvan dixwazin nûnertiyeke rasteqîn û hêja ya welatên xwe bikin ji bo hevrikiya li ser birina kupaya zêrîn a Kupaya Cîhanê.
Bi lîstika di navbera tîmên neteweyî yên Meksîka û Afrîkaya Başûr de, meheke tijî hevrikî, kelecan û liv û tevgera werzişî li ser asta hemû cîhanê dest pê dike.
Lîstik li Mexico Cityê li Stadyuma Aztekê tê kirin.
Ev stadyum dibe stadyuma yekem a dîrokê ku 3 caran lîstikên Kupaya Cîhanê tê de hatibin lîstin.
Beriya destpêkirina lîstikê nîşandaneke tijî reng û deng û peyamên kûr tê nîşandan.
Alejandro Fernandez, Belinda, Danny Ocean, J Balvin, Lila Downs, koma Los Angeles Azulesê, koma Mana û Thaliayê dê ji bo destpêka Kupaya Cîhanê stranan bibêjin.
Kupaya Cîhanê li Mexico Cityê dest pê dike û ew dibe senfoniya notên wê turnuvaya ku cîhan 4 salan carekê li benda wê ye.
Kupaya Cîhanê dê 19ê Tîrmehê li New Jerseya Amerîkayê bi dawî bibe û di dawiyê de tîmeke neteweyî dibe şampiyon kupayê bilind dike.

