Hewlêr (Rûdaw) - Di Koma Kyê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de Portugal û Komara Kongoya Demokratîk 1-1 wekhev man.
Portugalê wekî ku dihat çaverêkirin bi zext dest bi maçê kir û bi gola zû ket pêş.
Xuleka 6an bi asîsta Netoyê ya ji milê çepê ve ber bi qada cezayê, Joao Neves bi serê xwe top şand quncikê dûr û tîma xwe 1-0 bi pêş xist.
Gola ku Neves di xuleka 5 û çirkeya 32yan de tomar kir, bû gola duyem a herî bilez a turnuvayê ya heta niha.
Gola herî bilez a vê organîzasyonê jî di maça ku li heman stadyumê hat lîstin de ji aliyê Felix Nmecha (5 xulek û 17 çirke) ve bi formaya Almanyayê li hemberî Curaçaoyê hatibû tomarkirin.
Di wê beşa ku Portugalê bi Vitinha û Joao Neves lîstik kontrol dikir de, xuleka 18an pêşî Nuno Mendes û di goka vegeriyayî de jî Bruno Fernandes li gola duyem geriyan lê bêencam man.
Gola yekem a dîrokî
Komara Kongoya Demokratîk a ku parastina xwe kûr kiribû û gelekî kêm derbasî nîvê qada Portugalê dibû, xuleka 45+5an encam kir wekhev.
Bi asîsta Masuaku ya ji milê rastê ve ber bi qada cezayê, Wissa bi serê xwe gok ji kêleka Diogo Costa şand nav toran û encam bû 1-1.
Wissa gola yekem a Komara Kongoya Demokratîk a di dîroka Kupaya Cîhanê de tomar kir.
Portugal xulekên 68 û 73yan bi stêrkê xwe Ronaldoyê ku di ketina pozîsyonan de zehmetî dikişand, nêzîkî golê bû.
Di her du êrişên ku ji milê rastê ve bi pêş ketin de, Ronaldo di qada cezayê de gihîşt gokê lê di lêdanên wî de gok ji kêleka dîrekê çû derve.
Hewldanên Portugalê yên di xulekên mayî de bêencam man û piştî maça ku 1-1 wekhev qediya, Komara Kongoya Demokratîk bi puana xwe ya yekem a di dîroka turnuvayê de ji qadê veqetiya.
Li gorî rêzikên nû yên ku di turnuvayê de tên bicihanîn, eger golparêz di dema bikaranîna lêdanê de gelek dem derbas bikin, tîma hevrik dibe xwediya kornerê.
Xuleka 53yan dema golparêz Mpasi di bikaranîna lêdanê de dereng ma, hakem Al Jassim ji bo Portugalê biryara kornerê da.
Ronaldo cara 6an li Kupaya Cîhanê ye
Futbolîstê Portugalî Cristiano Ronaldo, bi lîstina xwe ya cara 6an a li Kupaya Cîhanê derbasî dîrokê bû.
Lîstikvanê 41 salî yê ku 90 xulekan li qadê ma, 5 jê di qada cezayê de 25 caran gihîşt gokê lê di 3 lêdanên xwe de jî gol neavêtin.

