Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li bajarê Reqayê, êrişî navenda Fermandariya Ewlehiya Giştî kir.
Di êrişê de 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û çend endamên din jî birîndar bûn.
Çekdarên DAIŞê li Kolana Întîfadayê ya bajarê Reqayê êrişî navenda Fermandariya Ewlehiya Giştî kir.
Êriş bi çek û bombeyan dest pê kir.
Pişt re çekdarekî xwekuj li nêzîkî navendê xwe teqand.
Di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û hin endamên din jî birîndar bûn.
Li herêmê 52 êriş hatine kirin
Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
SOHRê da zanîn ku ji 17ê Sibata borî ve şaneyên DAIŞê li herêmê 52 caran êriş kiriye.
Li gorî agahiyên SOHRê, di encama van êrişan de heta niha 45 kesan canê xwe ji dest daye ku di nav wan de sivîl û leşker jî hene.
.webp&w=3840&q=75)