Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) îro serê sibehê erdhejeke bi hêza 6,7 pileyan li girava Sulawesiyê ya Endonezyayê rû daye.
Erdhej bi dema herêmî demjimêr 11:27an çêbû.
Navenda erdhejê 46 kîlometreyan li rojhilatê başûrrojhilatê Paluyê ye ku paytexta parêzgeha Sulawesiya Navîn e.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 10 kîlometre ye û ev yek jî dikare bandor û hejîna wê zêdetir bike.
Hişyariya tsunamiyê nehat dayîn
Heta niha li ser mirî û birîndaran yan jî zererên madî yên mezin ti agahî nehatine dayîn.
Ajansên avhewa û birêvebirina karesatan ên Endonezyayê piştî erdhejê yekser hişyariya tsunamiyê neda.
2018 û 4 hezar mirî
Sala 2018an li bajarê Paluyê erdhej û tsunamiyeke bihêz rû dabû.
Di wê erdhejê de zêdetirî 4 hezar kesan miribûn.
Ji ber vê yekê şêniyên herêmê li hemberî rûdanên sîsmîk gelekî hesas in.
