Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora xwe ya 2026an a derbarê Tirkiyeyê de bi piraniya dengan pejirand.
Di raporê de hişyariyên tund hatin dayîn û hat diyarkirin ku Tirkiye bi lez ber bi modeleke "otorîter" ve diçe.
Rapora Parlamentoya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê îro bi 381 dengên "erê", 107 dengên "na" û 171 dengên "bêalî" hat qebûlkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku her çi qas hikûmet di daxuyaniyên xwe de dibêje ew dilsozê endamtiya Yekitiya Ewropayê ye, lê ji ber kêmasiyên di warê reformên demokratîk de, ev pêvajo ji 2018an ve bi awayekî kiryarî rawestaye.
"Daraz li dijî mixalefetê veguheriye amûrekê"
Yek ji xalên herî krîtîk ên raporê, destwerdana darazê ya di qada siyasî de bû.
Parlamentoya Ewropayê bal kişand ser biryara nû ya betalkirina kongreyên Partiya Gel a Komarî (CHP) û operasyonên li dijî şaredarê berê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu.
Di raporê de hat gotin:
"Biryarên darazê yên li dijî mixalefeta sereke û dûrxistina rayedarên ku hatine hilbijartin, gumanên mezin li ser serweriya hiqûqê û mafên bingehîn çêdikin.
Pergala darazê wekî amûreke ji bo dîzaynkirina siyaseta tê bikaranîn."
"Binpêkirina serweriya Yunanistan û Qibrisê"
Parlamentoya Ewropayê di rapora xwe de cih da aloziyên li Deryaya Spî jî.
Hat ragihandin ku Tirkiye serweriya Yunanistan û Qibrisê bin pê dike.
Nerazîbûn li hember "bêdengiya" hinek saziyên Yekitiya Ewropayê û welatên endam hat nîşandan.
Parlamenteran bangî Yekitiya Ewropayê kir ku ji bo parastina demokrasiyê li Tirkiyeyê helwesteke tundtir nîşan bide.
Di raporê de bangî Tirkiyeyê hat kirin ku kêmasiyên xwe yên di warê dewleta hiqûqê, mafên mirovan, standartên demokratîk, azadiya çapemeniyê û mafên bingehîn de ji holê rake.
Her wiha hat tekez kirin ku divê Tirkiye rêzê li pêwendiyên cîrantiyê yên baş û hiqûqa navneteweyî bigire.
"Tirkiye ber bi modeleke otorîter ve diçe"
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Sancho Nachez Amor, piştî pejirandina raporê daxuyaniyeke tund da û got:
"Tirkiye bi lez ber bi modeleke bi temamî otorîter ve diçe.
Armanckirina CHPyê û serokên wê yên rewa, mînaka herî dawî ya tunekirina piralîbûna demokratîk e.
Em ji bêdengiya Komîsyona Ewropayê û welatên endam gelekî dilgiran in.
Ev bêdengî baweriya bi Yekitiya Ewropayê dihêjîne û wan beşên civaka Tirkiyeyê ku alîgirê demokrasî û Ewropayê ne, ji me dûr dixe."
Tevî van rexneyan, di raporê de hat tekez kirin ku Tirkiye wekî hevpeymaneke NATOyê xwedî girîngiyeke stratejîk û jeopolîtîk e û divê di her warî de hişyariya "koda zer" û "pêvajoya aştiyê" were şopandin.
