Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo dîtina piştgiriyeke aborî û siyasî dest bi geşteke dîplomatîk a li Ewropayê kir.
Li gorî raporeke taybet a malpera Al-Monitorê, Mezlûm Ebdî dixwaze bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtineke bike lê birêvebiriya Trump li dijî vê gavê ye.
Tê gotin ku Amerîka dilgiran e ku hevdîtineke wiha Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer aciz bike.
Her wiha Amerîka naxwaze ev hevdîtin pêwendiyên nû yên di navbera Parîs û Şamê de têk bide.
Geşta Ewropayê dest pê kir
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî roja çarşemê gihîşt Îtalyayê.
Bi vî rengî Mezlûm Ebdî qonaxa yekem a geşta xwe ya Ewropayê da destpêkirin.
Tê payîn ku Mezlûm Ebdî biçe Holenda û Fransayê jî.
Mezlûm Ebdî dê li van welatan bi dîplomat û berpirsên ewlehiyê re bicive.
"Amerîka li dijî hevdîtinê ye"
Li gorî çavkaniyên agahdar ên ku ji Al-Monitorê re axivîne, Mezlûm Ebdî hêvî dike ku vê hefteyê li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.
Lê belê, berpirsên birêvebiriya Trump li dijî pêkanîna vê hevdîtinê ne.
Tê îdiakirin ku sedema sereke ya vê yekê ew e ku Macron dê meha bê Şamê ziyaret bike.
Amerîka naxwaze bi hevdîtina Mezlûm Ebdî, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer aciz bibe.
Yekê ji çavkaniyan diyar kir ku dibe Ehmed Şer vê hevdîtinê wiha şîrove bike ku "asta Mezlûm Ebdî wekî ya wî tê dîtin" û ev yek jî dê bibe sedema acizbûna Ehmed Şer.
