Hewlêr (Rûdaw) - Li Kolombiyayê rêxistineke çekdar bi dewletê re ji bo aştiyê li hev kir û nêzîkî 100 endamên wê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe danîn.
Li herêmeke daristanî ya li başûrê Kolombiyayê, nêzîkî 100 endamên rêxistinê di çarçoveya peymana bi Serokkomar Gustavo Petro re çekên xwe danîn.
99 endamên Koordînasyona Neteweyî ya Artêşa Bolîvarî, berî gera duyem a hilbijartinên serokkomariyêbi sisê rojan li parêzgeha Putumayoyê çekên xwe radest kir.
Ev bipêşketin wekî serkeftina herî mezin a plana "aştiya tam" a Petro tê dîtin.
“Ez ji bo jiyanê çekan datînim”
Çekdarên ku kincên kamûflajê li xwe kiribûn, tivingên xwe berdan konteynereke mezin a ku li ser "Ez ji bo jiyanê çekan datînim, ez soza xwe ya aştiyê bi cih tînim" hatibû nivîsandin.
Ev pêngav wekî gava yekem a ji bo peymana çekdanînê û diyarkirina statuya yasayî ya endamên rêxistinê tê hesibandin.
Endamekî rêxistinê yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji AFPyê re got: "Ez gelekî kêfxweş im. Ez dê êdî ji malbata xwe dûr nemînim."
Rêxistin ji FARCê veqetiyabû
Artêşê endamên rêxistinê bi helîkopteran ji herêmên dûr birin Geliyê Guamuezê.
Ew dê 10 mehan li wir bimînin. Pakêtên paqijiyê dan wan û ew li xaniyên ku bi enerjiya rojê dixebitin hatin bicihkirin.
Ev rêxistin ji FARCê veqetiyabû ku wê piştî şerekî nîv sedsalî sala 2016an çek danîbûn.
Radestkirina çekan di qonaxeke zû ya dan û standinan de wekî rewşeke neasayî tê dîtin.
FARCê tenê salekê piştî îmzekirina peymanê çekên xwe radest kiribûn.
Ev kom, yekane kom e ku di dan û standinên aştiyê yên bi Petro re bi pêş ketiye.
Serokê şandeya aştiyê ya hikûmetê Armando Novoa li ser mijarê got, "Di demeke ku dengê şer zêde ye de, ev ji bo civaka Kolombiyayê peyameke xurt û bibandor e."
Hilbijartin û helwesta Amerîkayê
Kolombiya li cîhanê hilberînerê herî mezin ê kokaînê ye.
Koordînasyona Neteweyî ya Artêşa Bolîvarî li ser sînorê Ekvadorê herêmên krîtîk ên hilberîna madeyên hişbir kontrol dike.
Hikûmet texmîn dike ku hejmara endamên vê rêxistinê di navbera 2 hezar û 2 hezar û 500î de ye.
Ev hejmar li gorî komên din ên ku ji FARCê veqetiyane kêm e.
Li gorî nûçeya DWyê, dema erkê Petro ber bi dawiyê ve diçe lê paşeroja polîtîkaya "aştiya tam" ne diyar e.
Roja yekşemê Kolombiyayî dê ji bo gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê herin ser sindoqan.
Di hilbijartinê de hevalbendê Petro, Senator Ivan Cepeda û namzedê rastgir ê tund Abelardo de la Espriella li hemberî hev in.
Petro dê 7ê Tebaxê desthilatê radestî kesê serkeftî bike.
Petro bi radestnekirina serkirdeyên rêxistinê Washington aciz kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriyê dide De la Espriellayê ku soz daye dê li hemberî serhildêr û bazirganên madeyên hişbir "kulma hesinî" bi kar bîne.
