Hewlêr (Rûdaw) - Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku ew dê Tengava Hurmizê bigirin.
Biryargehê diyar kir ku dê çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê raweste.
Li gorî daxuyaniya biryargehê, Amerîka û Îsraîlê binpêkarî kirine.
Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran a Îranê li ser girtina Tengava Hurmizê daxuyaniyek belav kir.
“Amerîkayê soza xwe şikand”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amerîkayê xala yekem a memoranduma ji bo bidawîanîna şer bi cih neaniye.
Biryargehê ev kiryara Amerîkayê wekî "şikandina soz û peymanê ya bi awayekî eşkere" pênase kir.
Êrişên li Libnanê
Biryargehê her wiha bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û got:
"Rejîma Siyonîst li başûrê Libnanê agirbestê bi awayekî berdewam û bêrawestan bin pê dike.
Ew li hemberî xelkê mezlûm ê vê xakê komkujiyên hovane dikin û bi sed hezaran kesan koçber dikin.
Her wiha hêzên dagirker ên Siyonîst ji xaka başûrê Libnanê venekişiyane. Ev biryara me wekî bertekekê li dijî van kiryaran hatiye dayîn."
Hevdîtinên li ser dosyeya nukleerî
Îran û Amerîkayê 18ê vê mehê memorandumeke lihevtêgihiştinê ragihandibû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Fransayê û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî bi awayekî cuda ev memorandum îmze kir.
Ev yek piştî wê bû ku berê bi awayê elektronîkî hatibû îmzekirin.
Peymanê ji bo dan û standinên dawî yên li ser dosyeya nukleerê 60 rojî dem diyar kiribû.
Biryar bû ku doh roja Îniyê, her du tîmên Îran û Amerîkayê li Swîsreyê bicivin.
Hatibû plankirin ku ew peymanê bi awayekî fermî îmze bikin lê ev hevdîtin ji bo demeke nediyar hat bipaşxistin.
