Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê eşkere kir ku di êrişeke bi çekan a li baregeheke wan a li bajarê Xaşê de polîsek miriye.
Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê êrişa bi çekan a li ser baregeheke polîsan a li bajarê Xaşê ragihand.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Polîsan, di êrişê de karmendekî wan ê bi navê Ebdulselam Kurd hatiye kuştin.
Heta niha kes li ser bûyerê nehatiye desteserkirin lê Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Polîsên Sîstan û Belûçistanê destnîşan kir ku lêgerîna li pey êrişkaran didome.
Beriya niha Ceyşul Edlê ku komeke çekdar a Sunî ya Belûçan e û li dijî Komara Îslamî ya Îranê çalakiyan dike, berpirsyariya êrişan digirt ser xwe.
Lê niha li gel çend komên çekdar ên din, eniyeke yekgirtî ya bi navê "Eniya Cengawerên Gel" ragihandiye.
Ev kom operasyonên xwe bi hevahengî li dijî hêzên Îranê bi rê ve dibin.
.webp&w=3840&q=75)