Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên cîhanê bihayê petrolê daket.
Ev daketin piştî îmzekirina peymana di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan a ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn pêk hat.
Di heman demê de Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) hişyarî da û ragihand ku dê sala bê petrola li bazaran zêde bibe.
Bihayê petrolê daket
Îro bihayê bermîla petrola xav a brent bi rêjeya ji sedî 1,13an daket û bermîla wê bû 78,65 dolar.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 1,26an daket û bermîla wê bi 75,82 dolaran tê kirîn û firotin.
Hişyariya Trump a ji bo Îranê
Donald Trump ji rojnamegeran re ragihand ku eger Tehran pêbendî sozên xwe nebe, dê êrişên li ser Îranê dîsa dest pê bikin.
Trump di konferanseke rojnamegeriyê de got:
"Eger ew peymanê bin pê bikin, em dê wan bi tundî bombebaran bikin. Ez naxwazim wisa li wan bikim, ez dixwazim ew rêzê li peymanê bigirin."
Pêşbîniyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê
Li hêla din, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê pêşbînî dike ku çareseriyeke mayînde ya ji bo şer dê bibe sedema zêdebûneke berbiçav a petrolê li bazaran.
Li gorî rapora herî nû ya ajansê, tê çaverêkirin ku xistina petrolê ya nav bazarên cîhanê di sala 2026an de rojane bi qasî 3,9 milyon bermîlan kêm bibe û dakeve 102,4 milyon bermîlan.
