Hewlêr (Rûdaw) - Swîsreyê cezayên li ser 7 sazî û dezgehên Sûriyeyê rakirin.
Di nav wan saziyên ku cezayên li ser wan hatine rakirin de saziyên îstixbaratê jî hene.
Sekreteriya Dewletê ya Kar û Barên Aborî ya Swîsreyê (SECO), di pergala cezayên li ser Sûriyeyê de guhertinek ragihand.
Bi vê ngavê re, agahiyên 18 kes û 4 saziyan hatin nûkirin.
Her wiha 7 saziyên Sûriyeyê jî bi temamî ji lîsteya cezayan hatin derxistin.
Cezayên li ser kîjan saziyan hatin rakirin?
Li gorî biryarê, ew sazî û dezgehên ku ceza ji ser wan hatine rakirin ev in:
Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Parastinê, Birêvebiriya Îstixbarata Asmanî, Birêvebiriya Îstixbarata Giştî, Îstixbarata Leşkerî, Ewlehiya Siyasî û Peymangeha Bilind a Zanistên Sepandî û Teknolojiyê.
