Hewlêr (Rûdaw) - Di hevkêşeya siyasî û leşkerî ya nû ya ragihandî ya Amerîka û Îranê de, nîşana kîmyayî "U-235" heye, ew jî uranyum e ku Îranê 440 kîlogram bi rêjeya ji sedî 60 dewlemend kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku peymana aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatiye temamkirin.
Şîrovekar Will Weissert li ser vê mijarê got:
"Serok Trump rêkeftina destpêkê bo bidawîkirina şer ragihand, bi vêna jî Tengava Hurmizê tê vekirin û Îran jî dûr û nêzîk dest naavêje hilberîna çekên atomê û dewlemendkirina uranyumê, her çi qasî hîn ne zelal e ka dê çawa, kî û li kû derê miamele li gel uranyuma Îranê were kirin."
“Çawa, kengî û li kû derê?” sisê pirsên kurt in lê deriyê sê mijarên aloz vedikin ku mirov dikare ji niha ve wekî qeyranên asêmayî bi nav bike û Koşka Spî jî kelemçe bike.
"Şiyanên me pirtir in”
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth qala şiyana welatê xwe kir û biland:
"Şiyanên me yên ji bo êrişan, eger pêwîst be, ji her dem û ji yên her welatî bêhtir in.
Ev yek jî bi asta pêbendbûna aliyê beramber a bi pêkanîna bendên rêkrftinê ve girêdayî ye ku uranyuma metirsîdar a rejîma Îranê jî di nav de ye."
Senaryoya îdareya Trump ji çûna nav Îranê, derxistina nêzîkî nîv ton uranyuma ku di asteke bilind de hatiye dewlemendkirin (meyandin) û bêbandorkirina wê û pişt re veguhastina wê ya derveyî Îranê û tunekirina wê pêk tê.
Ji bo veqetandin û bidestxistina 5 gram uranyuma cureyê 235 a ji kîloyek uranyuma cureyê 238, divê uranyum di hezar û 400 amûrên santrîfujê re derbas bibe û ev yek çend mehan dikişîne.
Ew uranyuma ku li ba Îranê heye, herî kêm di çaryeka sedsalê de hatiye komkirin; lewma devjêberdana wê ne karekî hêsan e.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser mijara atomê wiha axivî:
"Heger biryar be karek li gel atoma me bê kirin, ew e ku divê tîrbûna wê were kêmkirin û asta tîrahiya wê were daxistin lê divê di nav Îranê de were kirin ne li derve."
Birina uranyumê ya derve nîqaşeke dijwar di nav medya û raya giştî ya Îranê de derxistiye.
Kanalên nefermî wekî egerekê dibînin lê ajansa fermî ya ISNAyê bi temamî red dike ku ti materyalên atomê herin derve û vê yekê wekî serweriya neteweyî, serxwebûna biryarê û rûmeta serweriya welat bi nav dike.
Hinek şêniyên Îranê jî xwediyên heman ramanan in. Wekî mînak welatiyê Îranê yê bi navê Husên got:
"Ti peymana me bi Amerîka û Îsraîlê re nîne, dibe ku hikûmetê peymanek kiribe lê em wekî gelê Îranê ne razî ne.
Wan jin û zarokên me kuştine û niha hatine daxwaza serwet û samana me dikin û dixwazin dest deynin ser welatê me. Gelê Îranê vê yekê qebûl nake."
Pirsa li ser maseyê ev e: "Gelo uranyum bi rastî pirsgirêk e yan wekî pirsgirêk û hinceteke ji bo astengkirina agirbestê tê bikaranîn?"
Ev pirsek e ku bersiva wê li ba nerîtxwazên Tehranê, tundrewên Tel Evîvê û qertelên MAGA yên Washingtonê ye.
.jpg&w=3840&q=75)