Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê du helîkopter li hewayê li hev qelibîn û di encamê de 6 kes mirin.
Berdevkê Tîmên Agirvemirandinê yê Rio de Janeiro yê Fabio Contreiras daxuyaniyek da çapemeniyê.
Fabio Contreiras ragihand ku helîkopterên ku li hewayê li hev qelibîne li herêma Recreio dos Bandeirantesê ketine erdê.
Contreiras destnîşan kir ku di qezayê de 6 kes mirine û xebatên tîman ên li cihê bûyerê didomin.
Contreiras eşkere kir ku helîkopterek ketiye otoparkekê û 5 kesên tê de mirine.
Li gorî agahiyên ku Contreiras dane, helîkoptera din jî nêzîkî 100 metreyî dûrî cihê qelibînê serobino bûye û pîlotê wê miriye.
20 otomobîl bûn xwelî
Contreiras anî zimên ku piştî ketina helîkoptera duyem agir derneketiye lê parçeyên wê li avahî û terasên derdorê belav bûne.
Li gorî medyaya xwecihî, di otoparka ku helîkoptera yekem lê ketiye de agir derketiye. Di encamê de nêzîkî 20 otomobîlên karebayî yên parkkirî şewitîne û bûne xwelî.
Serokê Şaredariya Rio de Janeiro yê Eduardo Cavaliere diyar kir ku agir hatiye kontrolkirin.
Tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê xebatên rakirina kavilan û veguhastina wesayîtan didomînin.
Sedema qezayê dê piştî lêpirsîna Navenda Lêkolîn û Rêlibergirtina Qezayên Hewayî (CENIPA) ya Hêzên Hewayî yên Brezîlyayê eşkere bibe.
