Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê sibe bi Îranê re peymanekê îmze bikin.
Trump diyar kir ku ev peyman dê bibe "dîwarek" li dijî çekên nukleerî.
"Peymana min berevajiyê ya Obama ye"
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê peymana bi Îranê re daxuyaniyek da.
Trump rexne li peymana serdema Barack Obama (JCPOA) girt û got:
"Peymana Barack Hussein Obama ya bi Îranê re rêyeke hêsan, bedew û lûs bû ber bi çeka nukleerî ve.
Eger ew peyman bima, dê şeş sal berê çeka nukleerî ya Îranê heba û dê gelekî berê bi kar anîbûya.
Lê peymana min a bi Îranê re tam berevajiyê vê ye. Ev peyman dîwarek e li hemberî çeka nukleerî."
Donald Trump anî zimên, "Di rastiyê de Îran êdî çeka nukleerî naxwaze" û pê de çû:
"Dê çeka wan a nukleerî çênebe, ne bi rêya kirînê, ne bi bipêşxistinê û ne jî bi ti awayekî din ê peydakirinê."
Tengava Hurmizê vedibe
Trump da zanîn ku dema îmzekirina peymanê sibe ye û got:
"Tê plankirin ku peyman sibe bê îmzekirin.
Yekser piştî ku hat îmzekirin, dê Tengava Hurmizê ji her kesî re vekirî be."
"Ti pere nayê dayîn"
Serokê Amerîkayê têkiliyên nû yên bi Îranê re pesinandin û diyar kir:
"Pêwendiya me ya bi Îranê re ji ya hemû îdareyên berê gelekî cudatir û baştir e.
Ne wekî dema Obama ye ku bi sedan milyar dolarî dabû wan, ku 1,7 milyar dolarî dravê neqd ê kesk jî di nav de bû.
Di vê peymanê de ti pere nayê dayîn."
"Em dê toza nukleerî tine bikin"
Donald Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "toza nukleerî" ya Îranê jî û wiha pê de çû:
"Di dema guncav de, gava ku her tişt aram be, em dê herin û wê toza nukleerî derxînin.
Ew toz di binê çiyayên granît ên binavbûyî yên bihêz de, di kûrahiyê de veşartî ye.
Em dê bi saya balafirên xwe yên bedew ên cureya B-2 û pîlotên wan ên zîrek vî karî bikin.
Em dê asta wê daxin û tine bikin, çi li Îranê, çi jî li Amerîkayê be."
Hişyariya "alternatîva dawî"
Trump di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew li bendê ne di paşerojê de demeke dirêj bi Îranê û hemû Rojhilata Navîn re bixebitin.
Trump got, "Bi hêviya ku ev pêvajo bi lez, asan û lûsî bi rê ve biçe."
Serokê Amerîkayê li gel van hemû peyamên erênî, hişyariyek jî da û got:
"Heke ev pêvajo bi rê ve neçe, alternatîva me ya dawî heye.
Bi hêviya ku em ti carî careke din wê bi kar neynin!
Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê."
