Dusseldorf (Rûdaw) - Li Londona paytexta Brîtanyayê pevçûnên di navbera komên tawanbar ên Tirk û Kurd de didomin.
Li Londonê dozeke din a sûcê li dadgehê hat çareserkirin ku navê Tirk û Kurdan tê de derbas dibe.
Beytullah Gyê 39 salî ji aliyê dadgehê ve bi hewldana kuştina kesekî bi navê Onur G. hat tawanbarkirin.
Ev demeke dirêj e di navbera du komên sûcdar de li taxên Hackney û Tottenhamê yên Londonê pevçûn û tundî heye.
Her çend ew komên sûcdar wekî komên Tirk tên naskirin jî li gorî lêkolînan di nava wan koman de Kurd jî hene.
Zarokek hat kuştin
Beytullah li taxa Hackneyê dijiya.
Sala 2024an dema ku li xwaringeheke Kurdan rûniştibû, ji nişka ve kesek bi motorsîkletê hat û gule li wî û hevalên wî reşandin.
Di bûyerê de tiştek bi Beytullah û hevalên wî nehat lê keçeke 9 salî birîndar bû.
Lê Dûv re ew zarok mir.
Li gorî gotina kesên nêzîkî wî, Beytullah piştî bûyerê gotiye ku êdî xew nakeve çavên wî.
Wî gelek caran xwestiye ku ew gule li şûna keçikê li serê wî biketa.
Tolhildan
Piştî demekê, li ber xwaringeha Onur G. dema ku ew ji bo bêhnvedanê derketibû derve, kesekî ji otomobîlekê gule li wî reşandon.
Piştre kesê ku gule reşandiye reviya Stenbolê.
Lê dadgehê rojên borî eşkere kir ku êriş li ser gotina Beytullah bûye û berdewamiya bûyerên tundiyê yên berê bûye.
Heta niha 20 kes hatine kuştin
Polîsê Brîtanyayê dibêje ku di encama van bûyerên tundiyê de, li wan her du taxên Londonê heta niha 20 kes hatine kuştin.