Dusseldorf (Rûdaw) – Ferhan Hecî Qutoyê Şingalî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye dibêje, “Bêhêvî nebin.”
Ferhan Hecî Quto xortekî Kurd ê Êzidî yê xelkê Şingalê ye.
Ew sala 2014an ji êrişa DAIŞê rizgar bûye û niha li Almanyayê wekî şofêrê trênê dixebite.
Ferhan ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û behsa çîroka xwe kir.
Li gorî gotina Ferhan, piştî lêkolînê ev pîşe bi dilê wî bûye û wî dest bi hewldanan kiriye.
"Berpirsyariyeke gelekî giran e"
Ferhan diyar kir, xweşiya pîşeyê wî ew e ku dîmenên ciwan ên li pêşiya xwe dibîne û hest bi berpirsyariya gihandina bi silamet a bi sedan rêwiyan dike.
Xortê Êzidî şofêrtiya trênê ji ya otomobîlê xweştir dibîne lê tekez kir ku berpirsyariya wê gelekî girantir e.
Wî destnîşan kir ku her kes nikare vî karî bike çimkî ji bo wergirtina ehliyetê pêwîstî bi hewldan û kedeke zêde heye.
Banga wî ji bo ciwanên Kurd
Ferhan keç û xortên Kurd ên li Almanyayê teşwîq dike ku derfeta vî karî ji destê xwe nedin û bêhêvî nebin.
Şofêrê Kurd vê pîşeyê wekî karekî guncav dibîne.
Her wiha wî diyar kir ku ew amade ye alîkarî bide her kesê ku bixwaze bibe şofêrê trênê.