Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Îran û navbeynkar li ser wê yekê dicivin ku peymana lihevtêgihîştinê îro bi awayekî elektronîk îmze bikin.
Armanc ew e ku Tengava Hurmizê ji dema ku berê hatibû diyarkirin zûtir were vekirin.
Ajansa Axiosê li ser zimanê dîplomatê welatekî navbeynkar û çavkaniyeke agahdar ragihand ku ji bo îmzekirina peymanê ya îro dan û standin hene.
Bi vî awayî dê ew xalên peymanê yên têkildarî Tengava Hurmizê bikevin warê bicihanînê.
Eger ev yek pêk were, tê çaverêkirin ku Koşka Spî her îro peymanê belav bike.
Ev di demekê de ye ku Tehranê heta niha dixwest peyman heta dema îmzekirinê wekî bi dizî bimîne.
Civîna li Swîsreyê
Tevî îhtimala îmzekirina elektronîk, biryar e roja înê şandeyên her du welatan li Swîsreyê bicivin.
Şandeya Amerîkayê dê di bin serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û şandeya Îranê jî dê di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf de be.
Di civînê de dê li ser destpêkirina dan û standinên bernameya atomê ya Îranê gotûbêj were kirin.
Naveroka peymanê ya ku heta niha nihênî bû, li Washingtonê bûye mijara nîqaşên tund.
Tê nîqaşkirin ka dê Tehran çi qasî bi dest bixe.
Li gorî raporê, piştî rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê, dê Îran karibe di 60 rojên dan û standinan de bi awayekî azad petrolê bifiroşe.
Sindoqa 300 milyar dolarî
Xalên sereke yên darayî ev in:
Azadkirina pereyên hatine ragirtin: Washingtonê soz daye ku pereyên Îranê yên hatine ragirtin azad bike lê rayedarên Amerîkayê teqez dikin ku ev yek dê tenê li beramberî gavên pratîk ên Tehranê be.
Sindoqa 300 milyar dolarî: Yek ji xalên herî hesas ên peymanê, pêşniyara avakirina sindoqeke veberhênanê ya bi bihayê 300 milyar dolarî ye. Armanca vê sindoqê "avakirin û bipêşketina aboriya Îranê" ye. Li gorî çavkaniyan, ev fikir ji aliyê Qeterê ve hatiye pêşniyarkirin û armanc jê ew e ku veberhênêrên sektora taybet ên welatên Kendavê û Rojhilatê Asyayê bikişîne.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ji Fox Newsê re diyar kir ku ev pere ji bacderên Amerîkayê nayên.
Vance destnîşan kir ku Tehran dê tenê wê demê bigihêje van pereyan ku bernameya xwe ya atomê bi temamî rawestîne, dest ji uranyuma dewlemendkirî berde û rê bide çavdêrên navneteweyî.
Nakokiya li ser îmzeya yekem
Li ser îmzekirina peymanê hinek nezelalî hene ku rayedarekî payebilind ê îdareya Amerîkayê ragihand roja yekşemê Trump, Vance û Qalîbaf bi awayekî elektronîk peyman îmze kiriye.
Lê çavkaniyên dîplomatîk dibêjin îmzekirineke wiha çênebûye û ya ku dê îro were kirin, dê bibe îmzeya fermî ya yekem a elektronîk.
