Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peymana demkî ya di navbera her du welatan de îmze kir.
Peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ji 14 xalan pêk tê ku armanca wê rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê ye.
Hat ragihandin ku serokên her du welatan peyman bi awayekî elektronîk îmze kiriye.
Malpera Axiosê ragihand ku serokan peymana navbera Amerîka û Îranê bi şêweyê elektronîk îmze kiriye û niha peyman ketiye qonaxa bicihkirinê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Lûtkeya G7an li Fransayê bû û wî kopiyek dema bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bû li Qesra Versayê îmze kiriye.
Koşka Spî jî ev yek piştrast kir.
Îran: Peyman bi formata elektronîk hat îmzekirin
Tehranê eşkere kir ku dê ji bo metna peymanê ti merasîmên îmzekirinê li Swîsreyê neyên lidarxistin.
Ji aliyê Îranê ve jî Serokkomarê wî welatî Mesûd Pizîşkiyan peyman îmze kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî da zanîn ku wan li ser wê yekê li hev kiriye ku peyman bi formata elektronîkî be û ji aliyê her du serokên dewletan ve were îmzekirin û got:
“Belgeya Farisî mîna metna Îngilîzî ye û ji aliyê dîn ve hatiye îmzekirin."
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku armanca civîna sibe ya li Swîsreyê ne îmzekirina peymanê ye û got, “Mûşekên me ne ji bo dan û standinan in, ji bo avêtinê ne."
Wî destnîşan kir ku ew dê materyalên atomê neşînin derveyî Îranê.
Pakistan: Peymana Îslamabadê dê yekser dest pê bike
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî eşkere kir ku Amerîka û Îranê "Peymana Îslamabadê" bi awayekî elektronîkî îmze kiriye.
Şehbaz Şerîf li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek da û hûrgiliyên li ser peymanê parve kirin û got:
“Peymana Îslambadê bi awayekî elektronîkî ji aliyê serokên her du welatan ve hatiye îmzekirin.
Îmzekirina vê peymanê di asta herî bilind a hikûmetan de, nîşan dide ku her du alî jî pêbend in ku şer bi rêyên dîplomatîk çareser bikin.
Peymana Îslamabadê dê yekser bikeve qonaxa bicihkirinê.
Wekî gava ewil dê Îran yekser Tengava Hurmizê vebike û Amerîka jî dorpêça deryayî bi lez rake."
Şehbaz Şerîf da zanîn ku ew dê bi piştgiriya Qeterê, ji bo destpêkirina hevdîtinên teknîkî 19ê Hezîrana 2026an li Swîsreyê merasîmeke fermî li dar bixin.
Serokwezîrê Pakistanê ji ber vê yekê spasiya Serokê Amerîkayê kir.
Şerîf, rêz û hezkirina xwe pêşkêşî Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.
Şerîf diyar kir ku ew qedr û qîmetê didin hewldanên tîma dan û standinê ya Îranê û wiha domand:
"Bi taybetî, ez dixwazim qedr û qîmetê bidim hewldanên ji dil û tevlîbûna serokên Qeterê ku alîkar bûn da em bigihîjin vê asta.
Dîsa ez spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî serokên Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misirê dikim ku di vê mijarê de roleke girîng dîtin."
Di nav vê tîmê de Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî hebûn.
Şerîf di dawiyê de ragihand ku ew hêvî dike ku ew peyman bibe "bingeheke mayînde ya têgihîştin, rêzgirtina dualî û bextewariya hevpar" ji bo hemû herêmê.
