Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber guleyên ku ji polîgoneke hêzên ewlehiyê hatin avêtin, agir bi zeviyên genim ket.
Piştî şewatê, di navbera gundiyan û cendirmeyan de alozî derket.
Bûyer doh li ser rêya Riha û Mêrdînê, li devera gundên Mecirhan û Kanîkayê yên navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li kêleka xala kontrolê ya polîsan polîgoneke gulebarandinê ya hêzên ewlehiyê heye.
Guleyên şopê yên ku ji vê polîgonê hatin avêtin, bûn sedema derketina agir a di nav zeviyên genim ên welatiyan de.
Welatiyên herêmê bi dîtina agir bi hawara zeviyên xwe ve çûn û wan bi derfetên xwe agir vemirand.
Di navbera gundî û cendirmeyan de alozî
Piştî vemirandina agir, gundiyan li dijî hebûna polîgonê ya di nava zeviyên çandiniyê de nerazîbûn nîşan da û di navbera wan û hêzên cendirmeyan ên ku hatibûn cihê bûyerê de alozî derket.
Ferît Şenyaşar: Divê polîgon were rakirin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî li ser hesabê xwe yê tora civakî vîdeoyeke bûyerê belav kir û bi peyamekê karvedan nîşan da.
Şenyaşar destnîşan kir ku polîgon di kîlometreya 25an a rêya Riha-Mêrdînê de ye û got:
"Bikaranîna zeviyên çandiniyê yên nêzîkî cihên niştecihbûnê wekî polîgon, nayê qebûlkirin.
Welatî dixwazin ku ev polîgon ji vir were rakirin.
Divê demildest daxwaza gel were bicihanîn."
