Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Ji bo bidawîkirina xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û guherîn û bipêşketinên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir:
"Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna astengiyan, pêwîst e piştgirî li hikûmeta federal were kirin."
"Serdaneke serkeftî bû"
Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Brîtanyayê serdana meha borî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê bilind nirxand.
Balyozê Brîtanyayê ev serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ên li ser bingeha destûrê wekî "serdaneke serkeftî" bi nav kir.
Aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê
Di beşeke din a civînê de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola saziya yasadanînê ya li herêmê.
Mesrûr Barzanî got, "Ji bo bidawîkirina xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê wekî saziyeke girîng a yasadanînê were aktîvkirin."
