Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyeke genim ket.
Di encama agir de 40 donim zeviyên ku li benda dirûnê bûn bi temamî şewitîn.
Bûyer îro çarşemê 17ê Hezîrana 2026an li gundê Hêşeriyê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê rû da.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyeke genim ket.
Piştî ku agir belav bû û derbasî zeviyên din ên derdorê bû, welatiyan agahî da tîmên agirvemirandinê.
Cotkar û tîm ketin seferberiyê
Li ser agahdarkirinê tîm çû cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatê kir.
Cotkarên li herêmê bi traktorên xwe û tîma agirvemirandinê bi wesayîtên avê ketin seferberiyê da ku rê li ber agir bigirin û vemirînin.
Piştî xebateke dijwar, agir hat kontrolkirin.
Zerereke mezin gihîşt cotkaran
Di encama lêkolînên destpêkê de hat destnîşankirin ku 40 donim zeviyên genim ên ku dema dirûna wan hatibû, bi temamî şewitîne û zerereke mezin a madî gihîşt cotkaran.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê sedema derketina agir dest bi lêpirsînê kir.
Di mehên Hezîran û Tîrmehê de ku li Bakurê Kurdistanê dema dirûna dexlûdanan e, li parêzgehên wekî Mêrdîn, Riha û Amedê şewatên zeviyan dibin sedema zererên mezin ên aborî.
Germa zêde, çirûskên ji makîneyên dirûnê û carinan jî yên ji xetên elektrîkê derdikevin dibin sedema van şewatan.
