Hewlêr (Rûdaw) - Birayê mezin ê yek ji damezrînerên PKKyê Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilanê 74 salî wefat kir.
Mehmet Emîn Karayilan doh ji bo tedaviya keça xwe çûbû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê.
Wî li nexweşxaneyê krîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Karayilan birin morga Goristana Yeşîlkentê ya Dîlokê.
Tê çaverêkirin ku sibe cenazeyê wî ji morgê were girtin û li goristana Taxa Sakîltanê ya navçeya Bêrecûgê ya Rihayê were veşartin.
