Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi biryara parêzgariyê şewitandina pirêzeyan hat qedexekirin.
Bi hatina demsala paleyiya ceh û genim re, Parêzgariya Amedê biryareke girîng wergirt.
16ê Hezîranê ji bo standina tedbîran a li dijî şewitandina pirêzeyan civînek hat sazkirin.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan ê Amedê Ozan Akad û gelek birêvebirên saziyên parêzgehê beşdarî civînê bûn.
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan ê Amedê Ozan Akad di civînê de axivî.
Wî li ser ziyanên şewitandina pirêzeyan ên ji bo zeviyan û çandiniyê agahî dan.
Di encama civînê de li dijî şewitandina pirêzeyan hinek tedbîr hatin ragihandin û şewitandina wan bi temamî hat qedexekirin.
Biryara Parêzgariya Amedê ya li ser qedexeyê, ji hemû muxtar û jûrên çandiniyê yên parêzgehê re hat şandin.
Ceza hatin diyarkirin
Li gorî biryarê, her kesê ku donimekî pirêze bişewitîne dê 698 lîre û 62 qirûş ceza bide.
Eger pirêzeya ku hatiye şewitandin nêzîkî cihên niştecihbûnê, daristan an jî herêmên avî be, dê ceza 5 qatan were zêdekirin.
Di wê rewşê de, dê ji bo her donimekî 3 hezar û 495 lîre û 10 qirûş ceza bê birîn.
Her wiha dê tîmên kontrolê yên hevbeş werin avakirin.
Bi taybetî li navçeyên Çinar, Bismîl, Farqîn û Erxeniyê ku îhtîmala şewatan lê zêde ye, dê bi serokatiya qeymeqaman civînên hevahengiyê werin lidarxistin.