Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku paşguhkirina jinan a di saziyên ewlehî û leşkerî de, ji bo paşeroja Sûriyeyê metirsî ye.
YPJyê eşkere kir ku ew ji bo diyarkirina statuya yasayî ya hêzên xwe, bi rayedarên Amerîkayê û hikûmeta Şamê re di nava gotûbêjan de ne.
Enstîtuya Aştiyê ya Kurdî panelek li dar xist û panel bi rêya Zoomê çêbû.
Di panelê de entegrasyona li Sûriyeyê, naskirina YPJyê û rewşa jinan a li paşeroja Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Fermandara Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn û Berdevka YPJyê Rûksen Mihemed beşdarî panelê bûn.
Wan di panelê de pirsên beşdaran bersivandin.
Pêşniyara tevlîbûna Hêzên Ewlehiya Hundirîn
Di panelê de paşeroja YPJyê û ewlehiya jinan hatin gotûbêjkirin.
Her wiha modela guncav a ji bo entegrasyona hêzan a di nav pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de hat nirxandin.
Fermandara Giştî ya YPJyê amaje bi naveroka hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta Şamê re kir.
Hikûmeta Sûriyeyê pêşniyar kiriye ku YPJ di çarçoveya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) de cih bigire.
Rohilat Efrînê li ser vê mijarê got:
"Me di hevdîtina xwe ya bi rayedarên hikûmetê re ya li Şamê de daxwazên xwe anîn zimên.
Em dixwazin li herêmên xwe taybetmendiya xwe biparêzin.
Ev yek dê bibe garantiyek ji bo hemû jinan."
Hevdîtina bi nûnerê Amerîkayê re
Rohilat Efrînê her wiha eşkere kir ku wan hefteya borî bi tîma Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack re jî hevdîtin kiriye.
Li gorî gotina Rohilat Efrînê, tîma Amerîkî jî heman pêşniyar pêşkêş kiriye.
Wan jî xwestiye ku YPJ di çarçoveya Hêzên Ewlehiya Hundirîn de cih bigire.
Fermandara Giştî ya YPJyê tekez kir ku gotûbêjên wan ên ji bo bidestxistina zemîneke yasayî û destûrî ya hêzên wan didomin.
